9 leşkerên Tirkiyeyê li Zapê hatin kuştin

Di endama êrîşeke PKKê de li ser binkeyeke artêşa Tirkiyeyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de, 9 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin, artêşa Tirkiyeyê jî hejmarek binkeyên PKKê bombebaran kirin.

13.01.2024, Cts - 08:09

9 leşkerên Tirkiyeyê li Zapê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê şeva borî ragihandibû, li navçeya Operasyona Pençe-Kilîtê endamên PKKê êrîşî bingeheke wan kirine û di encamê de 5 leşker hatine kuştin û 8 leşker jî birîndar bûne.

Wezaretê di piştre bi sê daxuyaniyên din eşkere kir, 4 leşkerên wan ên rewşa wan giran bû jî canê xwe ji dest dane û bi vî awayî hejmara kuştiyan gihiştiye 9 leşkeran.

Piştî êrîşa PKKê, Tirkiye, bingehên PKKê yên li Garê, Zap, Metîna, Xakurkê û Qendîlê û hin cih û navçeyên rojavayê Kurdistanê bi firokeyan bombebaran kirin.

Derbarê ziyanên PKKê de jî, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, 12 çekdarên PKKê hatine kuştin.

Êrîşa PKKê ya li ser artêşa Tirkiyê di hundirê Tirkiyê de bû sedema karvedanên mezin, îro jî civîneke ewlehiyê bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tê lidarxistin.

Li gorî zanyariyan, civîn dê li Stenbolê li Koşka Dolmabahçeyê bê lidarxistin û wezîrê Derve, Berevanî, Navxwe, Serokerkanê Tirkiyeyê û Serokê Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê (MÎT) dê tê de amade bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 238 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:56:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x