Abdurrahman Kurt: Helwêsta rêzefîlma Gurê Bitenê nijadperestî ye

Endamê Navenda Lijneya Cîbicîkirina Biryaran ê AK Partiyê Abdurahman Kurt derbarê rêzefîlma bi bavê “Gurê Bitenê” de ku di kanala ATV ya Tirkiyê de hatibû weşandin û bêrêzî li gelê Kurd û statuya Başûrê Kurdistanê kiribû, ji Kurdistan24ê re diyar kir ku ev helwesteke nijadperest e.

10.06.2022, Cum - 15:00

Abdurrahman Kurt: Helwêsta rêzefîlma Gurê Bitenê nijadperestî ye
Nuçe Belav bike

Abdurrahman Kurt ragihand: “Ew helwest, helwesteke nijadperest e. Me ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu re jî rave kiriye û dê demeke nêz de derbarê rêzefîlma navborî de gav werin avêtin.”

Kurt destnîşan kir: “Bêrêzî û gotinên kirêt ên derbarê statuya Kurdistanê de nayên qebûlkirin û ji bo Tirkiyeyê Azerbaycan çi be, Kurdistan jî heman tişt e.”

Herwiha got: “Pirsgirêk bi xwînê çareser nabin, pirsgirêk bi siyaseta sivîl, demokrasî, hiqûq û dadweriyê çareser dibin.”

Abdurrahman Kurt diyar kir: “Destpêkirina geştên rasterast ên asîmanî yên navbera Hewlêr-Diyarbekirê, ji ber pandemiyê di 2 salên dawî de pêk nehat û niha xebat hene ku dest pê bike ku em hêvî dikin demek nêz de pêk were.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 919 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:01:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x