Altan Tan: Erdogan deyndarê Kurdan e

Altan Tan dibêje Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan deyndarê Kurdan e û divê deynê xwe bide.

18.04.2017, Sal - 06:15

Altan Tan: Erdogan deyndarê Kurdan e
Nuçe Belav bike

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan dibêje Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan deyndarê Kurdan e û divê deynê xwe bide.

Piştî ko encamên referandûmê eşkere bûn, parlementerê HDPê yê Diyarbekirê Altan Tan beşdarî televîzyoneke Tirkî bû û da zanîn ku Kurdan û beşek ji alîgirên HDPê dengê erê bikar anîne.

Altan Tan got ku, li gor encamên referandûmê Erdogan deyndarê Kurdan e. Kurdan Erdoganî xilas kirine û divê Erdogan wefadar be û deynê xwe bide. Ger pêvajoyek nû destpê neke dê dengên AK-Partiyê bi berdewamî kêm bibe.

Di referandûma 16ê Nîsanê de li Bakurê Kurdistanê hejmarek zêde dengên erê derketibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1469 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:24:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x