Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li ser banga Abdullah Ocalan a çekdanîn û fesixkirina PKKyê got, "Biryara fesixkirina PKKyê nayê bipaşxistin."
Bahçelî li ser banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a ji bo çekdanîn û peymana entegrasyonê ya ku di navbera rêveberiya Şamê û HSDyê de hatiye îmzekirin de daxuyaniyeke nivîskî da.
"Ocalan rêberê avaker e"
Devlet Bahçelî di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Divê PKK bêyî ku ti mercî pêşkêş bike, li gorî banga 27ê Sibatê, kongereya xwe kom bike û biryara fesixkirinê bide, teslîmkirina çekên bixwîn derengxistin an jî bipaşxistin nabe û ev mijareke rojeva me ye.
Kesên ku ji gotina 'rêberê avaker' aciz dibin, vê pênaseyê îstîsmar dikin, û ser de jî bi awayekî neheq û bêşerm êrişî Partiya Tevgera Neteweyî dikin, di serî de kesên ku dizanin ku ev sifet ne ya me ye, patenta wê ne li ba me ye, ji navlêkirineke rêxistinî û îdeolojîk zêdetir maneyeke din nade jî, fêhm nakin û şarlatanên erzan û vala ne.
Reberê terorîstan ku PKK damezirandiye û fermana wê dide Abdullah Ocalan, di heman demê de rêberê avaker ê rêxistinê ye. Kî çi dibêje bila bibêje rastiya eşkere ev e.
Hevdîtinên şandeya DEM Partiyê bi partiyên siyasî re di çarçoveya bernameyekê de û piştgiriya wan a ji bo têkoşîna Tirkiyeya bê teror, hêjayî pesindayînê ye.
Bê guman min dixwest ez li hevdîtina duyemîn a şandeya DEM Partiyê ya sibê bi Partiya Tevgera Neteweyî re jî beşdar bibim û nêrînên xwe bi hev biguherînin.
Lê hevalên min ên ku ji bo nûnertiya partiya me hatine wezîfedarkirin, ez bawer dikim ku dê valahiya min dagirin û dê bi ruhiyeteke zelal û pak ramanên me ji mixatabên xwe re vebêjin.
CHP û kanalên televîzyonê yên alîgir armanca wan a sabotekirina hedefa Tirkiyeya bê teror, hewldana wan a ji bo astengkirina kanalên diyalogê mixabin ew qasî eşkere ye ku bi çavan tê dîtin.
Bi zimanekî û şêwazeke bêwec re, çewtiya fikrî û siyasî CHP kiriye navendeke têkder ku li hemberî Tirkiyeyê derdikeve pêş.
Ji ber vê yekê, heya ku rêvebiriya CHPyê were xeta aqilê selîm,û heya ku nebe xwedî exlaqeke siyasî ya maqûl û rêzdar ku wijdana gel qebûl bike, dê ji aliyê Partiya Tevgera Neteweyî ve ve li ber çavan û rêzgirtinê neyê girtin.
Serokê Giştî yê CHPyê û birêvebiriya wê ya berjewendîxwaz dîsa bivirê xwe li kevirê xistiye.
Çi bikin wê bê encam be, ew nikarin mizgîniya welidîna Tirkiyeya bê teror tarî bikin.
"Li Sûriyeyê astengeke girîng hat derbaskirin"
Bi peymana 8 xalî ya ku 10ê Adarê ku li Şamê di navbera Serokkomarê Komara Erebî ya Sûriyeyê û serokê PYD/YPGyê de hat îmzekirin, astengeke girîng hat derbaskirin û yekparebûna siyasî û erdnîgarî ya Sûriyeyê, welatê cîran, hat tescîlkirin.
Herçend hewldanên şaşkirinê û şolîkirina avê yên ajanên provokatoran ên bê pere ku li dijî welatê me xebatên pêncemîn kolonê dikin berdewam dikin jî, rastiya eşkere û diyar ew e ku YPG/PYD/(HSD) xwe fesih kiriye û dest ji çekan berdaye.
Entegrasyona dezgehên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê, deriyên sînorî, balafirgehan û qadên petrol û gaza xwezayî di Komara Erebî ya Sûriyeyê de, naskirina civaka Kurd wekî beşeke bingehîn a dewleta Sûriyeyê û qebûlkirina destûra demkî, hin ji pêşveçûnên girîng in ku nayên înkar û îhmalkirin."