Li gorî zanyariyên berdest, balafirên şer ên Hêzên hewayî yên Tirkiyeyê bi sedema ku kampên PKKê hene êrişê herêma Bazyan û Avaşîn kirin.
Hêza Çekdar a Tirkiyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên şer kampên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li herêmên Bazyan û Avaşîn bombebaran kirine. Li gorî daxuyaniya TSKê di encama van êrişan de çend çekdarên PKKê canê xwe ji dest dane.
Serfermandariya Artêşa Tirkiyê ragihand ku wan piştî agahiyên îstîxbaratî yên derbarê kampên PKKê de bi dest xistine li herdu kampên Bazyan û Avaşîn operasyon pêk anî ne. Ji aliyê PKKê ve li ser wan êrîşan, heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn.