Balefirên şer ên Tirkiyê sînorê Duhokê bombebaran kirin!

Firokeyên şer ên Tirkiyê çend deverên ser bi parêzgeha Duhokê ve li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin, ku di encamê de welatiyekî sivîl hat kuştin û 5 welatiyên din jî birîndar bûn.

03.05.2017, Çar - 16:03

Balefirên şer ên Tirkiyê sînorê Duhokê bombebaran kirin!
Nuçe Belav bike

Balefirên şer ên Tirkiyê di çarçoveya bombe barana binkeyên PKKê de li sînorê gundên devera Rêkanê yên ser bi Amedî yê bombe baran kir û çend hemwelatiyên herêma Kurdistanê şehîd ketin.

Îro çarşembî firokeyên şer ên Tirkiyê sînorê esmanî yê Başûrê Kurdistanê derbas kirin û dest bi bombebarana çend cihan di nava axa Başûrê Kurdistanê de kirin. Li gorî zanyariyên, di encama êrişa firokeyên Tirkiyê de, kesekî canê xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne.

Ew heyama zêdetir ji mehekê ye, ku devera Nêrwe û Rêkan û deverên din ên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bi taybet li sînorê parêzgeha Duhokê, ji aliyê firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê ve têne bombebarankirin.

Hefteya bihorî jî, di encama bombebaraneke firokeyên Tirkiyê de, pîrejineke 35 salî li devera Nêrwe û Rêkan birîndar bû.

Tirkiye gelek caran bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê, deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1163 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:03:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x