Bayraktar: Em dikarin qebareya hinardekirina petrola Kurdistan û Îraqê zêdetir bikin

Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî yên Tirkiyeyê ragehand, “Boriya petrolê amade ye û em li benda Bexdayê ne.” Herwesa got, “Em dikarin qebareya hinardekirina petrolê li benderê Ceyhanê zêdetir bikin.”

03.03.2025, Pts - 11:03

Bayraktar: Em dikarin qebareya hinardekirina petrola Kurdistan û Îraqê zêdetir bikin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî yên Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar doh ragehand, “Hêla petrolê ya Benderê Ceyhanê, ku ji Silopiyê heta wê benderê hatiye dirêjkirin, ji roja 04.11.2023ê ve yanî ev sal û nîv in girtiye û niha ji bo hinardekirina petrolê amade ye.”

Alparslan Bayraktar herwesa got, “Hevdîtinên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam in, wan pê baş e ku hinardekirina petrolê dîsa dest pê bike û dikarin qebareya hinardekirinê ya wan her du boriyan zêdetir bikin û di çarçoveya pirojeya Rêya Pêşxistinê de, hinardekirina petrolê ji Besreyê bo Ewropayê bê bikaranîn.”

Piştî peywendî û hevahengiyên navbera wezareta Petrolê ya Îraqê û Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, Hewlêr û Bexdar li roja Yekşemê (23.02.2025) li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li dû hejmara berdest li hev kir.

Wezareta Petrolê ya Îraqê li roja Şemiyê (22.02.2025) ragehand, “Tevaya rêkarên dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê hatine temamkirin.”

Wezareta Petrolê ya Îraqê duhî (Şemî, 01.03.2025) hemî kompaniyên navdewletî yên petrolê, yên ku endamên Apikurê ne û peyman bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hene, bi Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê re vexwandin ku li roja Sêşema bê, ku dibe 04.03.2025, ji bo civînê li Bexdayê amade bibin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:43:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x