'Berî hilbijartinan egera operasyoneke nû li Başûr û Rojavayê Kurdistanê heye'

Parlamenterekî Partiya Gel a Komarî ( CHP) got, “Eger heye Artêşa Tirkiyeyê berî hilbijartinên xwecihî operasyoneke nû li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bide destpêkirin.”

28.01.2024, Paz - 17:20

'Berî hilbijartinan egera operasyoneke nû li Başûr û Rojavayê Kurdistanê heye'
Nuçe Belav bike

Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê Erdogan Toprak rapora xwe ya nirxandina heftiyane îro belav kir.

Toprak di rapora xwe de li ser pêşhatên dawî yên siyaseta navxwe û derve ya Tirkiye, cîhan û navçeyê çend nirxandin kirine.

“Pêwendiyên krîtîk nîşana egera operasyoneke nû ye”

Toprak amaje bi wê yekê daye ku eger heye hikûmeta Tirkiyeyê berî hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an operasyoneke nû ya leşkerî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bide destpêkirin û wiha pê de çû:

“Îran û Tirkiye ku di şerê Xeze û Îsraîlê de alîgirên Hemasê ne, di pêşhateyên li Sûriye û Îraqê de xwedî helwestên cûda ne.

Berî serdana Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Bexdayê ligel Serokkomar û Serokwezîr civiya.

Ev pêwendiyên krîtîk nîşanên wê yekê ne ku `Tirkiye` li dijî PKK, YPG, PYD û HSDyê di nav hewla hevkariyeke Îran-Îraq-Tirkiyeyê de ye û nîşana egera operasyoneke nû ya berî hilbijartinê ye li Bakurê Îraq û Sûriyeyê.”

Gefxwarinên Tirkiyeyê

Her dema ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistan hilbijartin tên kirin behsa egerên operasyoneke nû ya Artêşa Tirkiyeyê ya li Rojavayê Kurdistanê tê kirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di piraniya propagandeya hilbijartinên Gulana 2023yan de bi gotina “Em dê şevekê ji nîşkê ve bên” gefa operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê dixwar.

Erdogan piştî çalakiya gerîlayên PKKyê ya 12ê vê mehê li Amêdiyê ku 9 leşker tê de hatibûn kuştin, di daxuyaniyeke xwe de gotibû, ew dê demên pêş li Rojavayê Kurdistanê tedbîrên nû "di ribûrûbûna terorê" de wergirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:32:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x