Berdevkê AK Partiyê: Em qebûl nakin şaredarî ji aliyê komîserên PKKê ve werin birêvebirin

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk da xuyakirin di civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel de, pirsgirêkên derve û navxwe hatine gotûbêjkirin. Herwiha Çelîk diyar kir ku mijara danîna qeyuman jî hatiye rojevê û ew qebûl nakin ku şaredarî ji aliyê komîserên PKKê ve werin birêvebirin.

12.06.2024, Çar - 09:57

Berdevkê AK Partiyê: Em qebûl nakin şaredarî ji aliyê komîserên PKKê ve werin birêvebirin
Nuçe Belav bike

 

Hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel duh 11ê Hezîranê li Navenda Giştî ya CHPê ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.

Piştî serdana Erdogan bo navenda Giştî ya CHPê, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk da xuyakirin, di civînê de nermkirina rewşa siyasî ya Tirkiyê, pirsgirêkên derve û navxwe hatine gotûbêjkirin.

Çelîk diyar got: “Di siyaseta Tirkiyeyê de dîmenên hevdîtina siyasetmedaran, giring in. Bi vê serdanê ev bingeh hatiye bihêzkirin. Rizgarbûna ji destûra derbeyê hate gotûbêjkirin û divê destûr wek Peymana Civakî hemû aliyan li xwe bigire bê danîn.”

Herwiha Çelîk amaje bi hilbijartinên şaredariyan a Rêveberiya Xweser kir û aşkere kir jî: “Piştî gotinên serokomarê me, li bakurê Sûriyeyê ew prose hate paşxistin, lê eger heye dîsa were rojevê ku divê aliyên siyasî li ser vê yekê yekgirtî bin.”

Berdevkê Ak Partiyê li ser pirsa danîna qeyûm got: “Derbarê qeyuman Serokomarê me dibêje, ji kîjan partiyê be, dema xizmeta gel bike ewê piştevaniya hemû şaredan bikin, lê em nahêlin şaredarî ji aliyê komîserên PKKê ve werin birêvebirin û derfet bo rêxistina terorê bê bikaranîn.”

Vî nûçeyê tevayî: 421 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:19:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x