Bi şkenceyên xwe navdar bû, navê Esat Oktay li dibistanê hat kirin

Li navçeya Bucayê ya parêzgeha Îzmirê ya Tirkiyeyê, navê Esat Oktay Yildiranê ku di pêvajoya derbeya 12ê Îlonê de berpirsê Girtîgeha Leşkerî ya Amedê bû û şkence li hezaran kesan kiribû, li dibistanekê hat kirin.

26.12.2023, Sal - 07:22

Bi şkenceyên xwe navdar bû, navê Esat Oktay li dibistanê hat kirin
Nuçe Belav bike

Li navçeya Bucayê ya parêzgeha Îzmirê ya Tirkiyeyê, navê Esat Oktay Yildiranê ku di pêvajoya derbeya 12ê Îlonê de berpirsê Girtîgeha Leşkerî ya Amedê bû û şkence li hezaran kesan kiribû, li dibistanekê hat kirin.

Ji ber vê yekê gelek aliyan nerazîbûn nîşan da.

Qeymeqamtiya Bucayê bi dîmenan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku navê Dibistana Seretayî ya Şehit Sadik Şen wekî Dibistana Seretayî ya Esat Oktay Yildiran hatiye guhertin.

Herwiha di nav dibistanê de cihekî bîranînê ji bo Esat Oktay Yildiran hatiye amadekirin.

Esat Oktay Yildiran di pêvajoya derbeya 12ê Îlona 1980yî de berpirsê Girtîgeha Leşkerî ya Amedê bû.

Di girtîgehê de ji ber şkenceyên giran nêzîkî 50 kesî canê xwe ji dest dabû.

Piştî derbeyê hezar û 600 kesî ji ber ku şkence li wan hatibû kirin derbarê Esat Oktay Yildiran de gilî kiribû lê dadgehan lêpirsîn nedan destpêkirin.

Girtîgeha Amedê ji ber şkenceyên Esat Oktay Yildiran, li seranserê cîhanê yek ji girtîgehên herî xirab tê qebûlkirin.

Piştî belavkirina nûçeyê li ser medyaya civakî gelek nerazîbûn hatin nîşandan.

“Em rê nadin ku hûn şkencekeran wekî rol model nîşanî zarokan bidin”

Parlamentera DEM Partiyê ya Qersê Gulistan Kiliç Koçyigitê li ser hesabê xwe yê medya civakî got:

“Esat Oktay Yildiran, şkenceker, kujer û nîjadperest e, em rê nadin ku hûn şkencekeran wekî rol model nîşanî zarokan bidin.”

“Hûn henekên xwe bi êşên milyonan kesan dikin”

Parlamenterê DEVAyê yê Stenbolê Mustafa Yeneroglu jî bertek nîşan da û wiha anî ziman:

“Dema hûn navê nîjadperestekî kujer li dibistanekê dikin, hûn henekên xwe bi êşên milyonan kesan dikin.

Ev cesaretê dide şkencekeran û tawanên tirsnak ên berê spî dikin.”

“Hûn dixwazin xwendekar wekî wî bin?”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu jî got:

“Ev sosreteke çawa ye? Navê kesê li dijî mirovahiyê tawanên tirsnak kirine li dibistanê kirine.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê, ev tawan e. Hûn dixwazin xwendekar wekî wî bin?"

“Hûn kesekî ku bi şkenceyê ji kuştina 60 kesî berpirsiyar e, wekî lehengekî nîşanî zarokên me bidin?”

Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê Oguz Kaan Salici jî ragihand:

“Hûn dê kesekî ku bi şkenceyê ji kuştina 60 kesî berpirsiyar e, wekî lehengekî nîşanî zarokên me bidin? Hûn bi vî awayî ji 12ê Îlonê hesab napirsin lê hûn hembêz dikin.”

Serokê Şaxa 5emîn a Îzmîrê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê Savaş Candemîr ragihand ku navê dibistanê di meha Gulanê de hatiye guhertin û dê ji bo rakirina navê Esat Oktay Yildiran serlêdanê bikin.

Desthilata AK Partiyê sala 2023yan ji bo bîranînên xirab ên li wê derê neyên jibîrkirin Girtîgeha Amedê veguhest muzexaneyê.

Kesên rexne dikin dibêjin, desthilata AK Partiyê li aliyekî girtîgehê dike muzexane û li aliyê din navê Esat Oktay Yildiran li dibistanekê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 209 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:14:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x