CHPê bersiva daxwaza HDPê da

Serokwekîlê Koma CHPê Ozgur Ozel, bersiva Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar da ku gotibû “Em li bendê ne ku Kiliçdaroglu li navenda me serdana me bike.” Ozgur Ozel dibêje: “Berbijêrê Serokkomariyê mecbûr e serdana hemû partiyên siyasî bike.”

07.03.2023, Sal - 08:04

CHPê bersiva daxwaza HDPê da
Nuçe Belav bike

Duh Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu weke berbijêrê serokomariyê yê Hevpeymaniya Miletê hat ragihandin.

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar berbijêriya Kiliçdaroglu pîroz kir û gotibû: “Berî her tiştî dixwazim bibêjim ku berbijêriya birêz Kiliçdaroglu li ser xêrê be. Em li bendê ne ku serdana me bike.”

Li ser vê daxwaza HDPê, Serokwekîlê Koma CHPê Ozgur Ozel di bernmeya televîzyoneke Tîrkî de dibe Kiliçdaroglu serdana HDPê bike.

Ozgur Ozel got: “Em spasiya Mîthat Sancar dikin, ev pir bi qîmet e. Berbijêrê serokomariyê dikare serdana hemû partiyên siyasî bike. Ew berpirsiyar e ku serdana hemû partiyên siyasî bike, bi wan re bicive û diyar bike ku ew dê çawa Tirkiyê birêve bibe. Ji ber ku nabe di navbera dengderan û partiyên siyasî de cudakarî were kirin. Me berê gelek mînakên vê yekê dan.”

Ozel herwiha da zanîn ku pêştir ji bo ewlehiya hilbijartina ji bilî MHPê serdana hemû partiyan kiribûn û di nav HDP jî hebû û got: “Beriya kampanyayê yan jî di dema kampanyayê de, çawa serdana partiyên din bê kirin dibe ku serdana wan (HDP) jî bikin. Ez li vir tu pirsgirêkê nabînim. Berê dema Partiya Demokratîk a Gelan dixwest serdana Partiya Komarî ya Gel bike, me dem diyar kir û serdana hevserokan qebûl kir.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:31:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x