Cihên partiyan li ser pisûleyên dengan diyar bû

Desteya Bilind Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) cihên tifaq û partiyên siyasî li ser pisûleyên dengan bi rêya peşkavêtinê diyar kir.

08.04.2023, Cts - 13:21

Cihên partiyan li ser pisûleyên dengan diyar bû
Nuçe Belav bike

Di Hilbijartinên Parlamenteriyê ya Xula 28an a Tirkiyê de ku wê di 14ê Gulanê de bê kirin, li Desteya Bilind Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) ji bo diyarkirina cihên tifaq û partiyên siyasî yên li ser pisûleyên dengan peşk hat avêtin.

Di encama peşkavêtinê de, Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) di rêza 4emîn, Hevpeymaniya Ked û Azadiyê jî di rêza 9emîn de cih girt. Her wiha Tifaqa Cumhur di rêza 8emîn û Tifaqa Milet jî di rêza 18emîn de cih girt. Di rêzbenda partiyên nav tifaqan de AK Partî di Tifaqa Cumhur de di rêza 2emîn de, CHP jî di Tifaqa Milet de di rêza 4emîn de cih girt.

Li gorî peşkavêtinê rêza partiyan û tifaqan li ser pisûleyên dengan wiha ye:

1- Partiya Tirkiyeya Nû

2- Partiya Guherînê ya Tirkiyê

3- Partiya Millet

4- Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR)

5- Tifaqa Hêza Sosyalîst

6- Partiya Ciwan

7- Partiya Memleket

8- Tifaqa Cumhur

9- Hevpeymaniya Ked û Azadiyê

10- Partiya Tirkiyeya Mezin

11- Partiya Yekîtiya Dadmendiyê

12- Partiya Anavatan

13- Partiya Nûjeniyê

14-Partiya Rizgariya Gel

15- Partiya Rêya Neteweyî

16- Partiya Vatan

17- Partiya Yekîtiya Hêzê

18- Tifaqa Milet

19- Tifaqa Ata

20- Partiya Tirkiyeya Serbixwe

Bi peşkavêtinê, rêza partiyên ku dê bi tifaqê tevlî hilbijartinan bibin jî li ser pisûleyên dengên hat diyarkirin.

Rêza partiyên ku di nava tifaqan de ne wiha ye:

Tifaqa Ata

1- Partiya Dadwerî

2- Partiya Zaferê

Tifaqa Cumhur

1- Partiya Yekîtiya Mezin

2- AK Partî

3- Partiya Dîsa Refah

4- Partiya Tevgera Neteweperest

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê

1- Partiya Çep a Kesk

2- Partiya Karkerên Tirkiyê

Hevpeymaniya Milet

1- Partiya Pêşerojê

2- Partiya Demokrat

3- Partiya DEVA

4- Partiya Gel a Komarî

Tifaqa Yekîtiya Hêza Sosyalîst

1- Partiya Komunîst a Tirkiyê

2- Tevgera Komunîst a Tirkiyê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 351 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:17:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x