Daxwaza rakirina parêzbendiya 9 parlamenteran tê kirin

Dosyayên daxwaza rakirina parêzbendiya 9 parlamenterên DEM Partî, CHP û TÎPê ku ji aliyê Serokkomariyê ve hatine amadekirin, pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê hatin kirin.

04.01.2024, Per - 14:02

Daxwaza rakirina parêzbendiya 9 parlamenteran tê kirin
Nuçe Belav bike

Dosyayên parêzbendiyê yên 4 parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û 4 parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP), parlementerekî Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ji serokayetiya parlementoyê re hatin şandin.

Serokatiya Parlementoyê jî ji Komîsyona Hevbeş a ji Endamên Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê pêk tê re şandin.

Parlementerên ku dosyayên rakirina parêzbendiya wan tê xwestin:

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîhe Aydenîz, Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezîban Konukcu Kok, Parlamentera TÎPê ya Stenbolê Salîha Sera Kadigîl, Parlamenterê CHPê yê Rihayê Mahmut Tanal, Parlamentera CHPê ya Îzmîrê Gokçe Gokçen, Parlamenterê CHPê yê Edeneyê Ayhan Barut û Parlamenterê CHPê yê Dîlokê Melîh Merîç.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 303 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:44:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x