DEM Partî: Em amade ne berpirsyariyê wergirin

Piştî ku 12 leşkerên Tirkiyeyê li nav axa Başûrê Kurdistanê hatin Kuştin, Dem Partiyê ji bo çareseriyê bangî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

25.12.2023, Pts - 06:01

DEM Partî: Em amade ne berpirsyariyê wergirin
Nuçe Belav bike

Li Herêma Kurdistanê, şerê di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên artêşa Tirkiyeyê de, di du rojên dawî de 12 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin.

Piştî vê yekê artêşa Tirkiyeyê wêstgehên petrolê yên li bajarê Tirbe Spiyê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê 29 cih hatine bombebarankirin.

Koma Meclîsê ya DEM Partiyê li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em ji ber windahiyên giran ên van rojên dawî xemgîn in.

Rehma Xwedê li hemû kesên jiyana xwe ji dest daye be, em ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.

Ketina ciwanan a bin axê, encama wî şerî ye ku dawî lê nayînin.

Armanca me ya sereke ew e ku agir neke ti malekê û ciwanek nemire çi Tirk, Kurd, Ereb, Ermen, Laz, Çerkez, Gurcî be.

Hemû polîtîkayên me li ser vê ferasetê tên avakirin. Em dizanin ku sedema van encamên biêş, çaresernekirina pirsgirêka Kurd a 100 salî ye.

Ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya ku divê pêk were avakirina aqilê hevpar e.

Me berê jî gotibû, em careke din dibêjin. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd di qada siyaseta demokratîk de, em amade ne ku çi pêwîst be bikin berpirsiyariyê wergirin û gavên pêwîst biavêjin.

Em bi biryar in ku çi erkên ku dîrok û bûyerên îro li ser me ferz dike bi cih bînin.

“Divê parlamento berpirsiyarê wergire”

Wekî ku me berê jî anîbû ziman, ji bo çareseriyê divê li Enqereyê, yanî li parlamentoyê tiştên ku bên kirin hene.

Beriya her tiştî divê parlamento bi desthilat û mixalefeta xwe re, karibe bêje 'Ev pirsgirêk pirsgirêka me hemûyan e' û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, li şûna ku em zimanê şermezar, lanet û heqaretê bi kar bînin, divê em berpirsyariya xwe bi cih bînin ku bedena ti ciwanekî nekeve bi axê û divê îro em vê bikin.

Komîsyoneke hevpar a ku piştî civîneke giştî bê avakirin, wê zemîna ku gavên pêwîst li ser wê bên avêtin, çêbike.

Li ser vê bingehê, em careke din pêşniyar dikin ku li gorî çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, her şêwe nîqaşên li ser kîjan rêûresmên destûra bingehîn û qanûnî bên kirin, bi biryardariyeke mezin bimeşînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:51:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x