DEM Partî: Hûn dixwazin derbeyê li vê pêvajoya diyalogê bixin?

Hervseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê derbarê danîn qeyûm a li ser Şaredariya Wanê got, "Di serdemeke ku behsa pêvajoya aştiyê tê kirin û civak bi hêvî bûye de, ma hûn dixwazin derbeyê li vê pêvajoya diyalogê bixin?"

15 Sibat 2025 - 13:26
15 Sibat 2025 - 13:26
 0  185
DEM Partî: Hûn dixwazin derbeyê li vê pêvajoya diyalogê bixin?

Bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji kar hat dûrxistin û parêzgarê Wanê Ozcan Balci li şûna wî wekî qeyûm hat danîn.

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî û Tuncer Bakirhan di konferansa çapemeniyê ya li navenda giştî ya partiya xwe de li ser nîqaşên berdewam ên derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd û danîna qeyûman de axivîn.

Tulay Hatîmogullariyê diyar kir ku ew her roj rastî tundiya dewlet û desthilatê tên û got:

"Îro berê sibehê qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat danin.

Îro 15ê Sibatê ye. 15ê Sibatê roja ku Rêzdar Ocalan bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê ye.

We xebatkarên hêja yên çapemeniyê her ku em dîtin ji me pirsî; gelo daxuyaniya ku ji Rêzdar Ocalan tê xwestin dê di rojeke sembolîk a wekî 15ê Sibatê de pêk were an na?

Me jî got eger amadehî biqede dibe lê ihtimal e ku amadehî temam nebin û dê bimîne demeke din.

Va ye di rojeke sembolîk a wiha de û li bajarekî wekî Wanê ku bi serkeftin û berxwedana gel bûye sembol, li şaredariya bajarê mezin qeyûm hate tayînkirin."

"Ma hûn bi danîna qeyûm a li Wanê dixwazin pêvajoya diyalogê asteng bikin?"

Tulay Hatîmogullariyê wiha domand:

"Em heta niha baş dizanin bê AK Partî û qesr çawa dixebitin. Em baş dizanin bê çi qasî giringiyê dide van rojên sembolîk.

Em ji vir û bi rêya we ji Qesrê û rasterast ji Erdogan dipirsin; hûn bi tayînkirina qeyûmê li Wanê di vê rojê de dixwazin çi bikin?

Hûn bi danîna qeyûm a li Wanê dixwazin pêvajoya diyalogê ya heyî dînamît bikin?

Di serdemeke ku behsa pêvajoya aştiyê tê kirin û civak bi hêvî bûye de, ma hûn dixwazin derbe li vê pêvajoya diyalogê bixin?"

"Em we vedixwînin samîmiyetê"

Piştre hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û wiha anî zimên:

"Bi fermana Wezîrê Karên Navxwe qeyûm li ser îradeya gel tê danîn. Qebûlkirina vê yekê û nekirina îtirazê ne di deftera me de ye.

Kevneşopiya me ya têkoşînê, kevneşopiyek e ku li dijî talanê û sepandinên ne demokratîk têkoşînê dike.

Tu dê di sindoqê de bi ser nekevî, gelê Wanê dê 14 ji 14an bike û derseke mezin bide te û polîtîkayên te yên qeyûmê.

Tu dê sûcekî ku qet neqewimiye, bi rêya dadê wekî sûc nîşan bidî û cezayê bidî.

Tu dê bi awayekî korsan û çete di saet duduyan de bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk êrişî Şaredariya Wanê bikî.

Tu dê rojnamegeran û gelê ku li wir li îradeya xwe xwedî derdikeve bigirî, kelepçeyên berevajî lê bixî.

Bawer bin, ti kes vê xerabî û dijminahiyê ji bîr nake. Ev xerabî û dijminahî bi biryareke komplo ya ku dadê daye nayê veşartin.

Gelê Wanê yê birûmet ku 14 ji 14an kiriye dê li îradeya xwe xwedî derkeve.

"Dema Erdogan hat qeyûm hat danîn"

Binêrin sibeh û êvar teror ha teror. Bi Xwedê ez dixwazim li ber we bangî gelên Tirkiyeyê bikim; ma xwedîderketina li îradeya gel a ku di sindoqê de îradeya xwe hilbijartiye teror e?

Birêz Recep Tayyîp Erdogan di gera xwe ya 3 rojî ya derveyî welêt de behsa çareserî û demokrasiyê dikir û axaftin dikirin.

Tam di saetên ku gihişt Tirkiyeyê de bi tozê lingên xwe re qeyûm hat tayînkirin. Kî ji axaftinên derve bawer dike.

Mirov dikarin bi nêrîna li qeyûmên ku li ser îradeya gelê Wanê ya ku îradeya wan hatiye talankirin hatine tayînkirin, nota we bidin.

Em we vedixwînin samîmiyetê. Armanca we çi ye? Hûn dema dibêjin pirsgirêka Kurd çi fêm dikin, hûn dixwazin çi bikin?

Ma bi rastî hûn alîgirê çareseriyekê ne, hûn alîgirê veguherîna van nîqaşan a bo çareseriyekê ne yan jî hûn van jî dikin hincet û dixwazin îradeya gelan talan bikin?

Hinekî zelal bin, bersiva mêrane bidin. Em careke din bi mêranî dibêjin ku em alîgirê çareserî, aştî, demokrasî û danûstandinê ne.

Niha em dipirsin; hûn çima alîgirê desthilat û hêza rêvebiriyê ne?

Hûn çi dixwazin û hûn dê vê ramanweriya xwe ya talanker heta kû bidomînin?

Ji aliyekî ev nêzîkatiyên talanker û çeteyî ji aliyê din çareserî nabe!

Ev rê ne rê ye. Ev rê li sindoqê, li îradeya gel dikeve. Wekî li Wanê 14 ji 14an dibe, dibe partiyeke tabeleyê.

Em ê bi hevserokê xwe re, bi endamên MYKyê re piştî demekê derbasî Wanê bibin.

Em ê li Wanê bi gelê xwe yê ku li îradeya xwe xwedî derdikeve re bin.

Em ê wekî wan têbikoşin û li ber xwe bidin. Em ê vê talana vê darbeya siyasî qebûl nekin.

Heta ku em desthilatê ji vê ramanweriya talanker vegerînin jî em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin."