Derbarê pêvajoya xwendinê ya li 10 parêzgehên herêma erdhejê biryar derket

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê îro biryara derbarê vekirina deriyên dibistanan û destpêkirina pêvajoya xwendinê li 10 parêzgehên herêma erdhejê de aşkere kir.

20.02.2023, Pts - 10:48

Derbarê pêvajoya xwendinê ya li 10 parêzgehên herêma erdhejê biryar derket
Nuçe Belav bike

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Mahmut Ozer îro Duşemê 20ê Sibata 2023 di preskonferansekê de li Enqerê ragihand ku vekirina dibistanan li 10 parêzgehên herêma erdhejê li ser 3 kategoriyan hatiye dabeşkirin.

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê got, li Semsûr, Meletî, Mereş û Hatayê betlaneya perwerdeyê heta 27ê Adarê hatiye dirêjkirin.

Mahmut Ozer diyar kir, pêvajoya perwerdeyê ya li Edene, Kilîs, Amed û Rihayê dê di 1ê Adarê de dest pê bike

Bi gotina Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê, li Dîlok û Osmaniyeyê jî betlaneya perwerdeyê heta 13ê Adarê hatiye dirêjkirin.

Li 71 parêzgehên din ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê îro pêvajoya perwerdeyê dest pê kir.

Piştî erdheja Mereşê ya Bakurê Kurdistanê dema betlaneya dibistanan hatibû dirêjkirin, lê îro 20ê Sibata 2023an li dibistanên 71 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê deriyên dibistanan hatin vekirin û pêvajoya perwerdeyê dest pê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:36:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x