Di hevdîtina Erdogan-Pûtîn de li ser Rojava daxuyanî

Civîna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Senatoryûma Rûsyayê demjimêr di 15.20an de dest pê kir.

05.08.2022, Cum - 13:59

Di hevdîtina Erdogan-Pûtîn de li ser Rojava daxuyanî
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladmiri Putin îro li bajarê Soçî yê Rûsyayê civiyan û Putin di destpêka civînê de ragihand, “Ez dê bi hevtayê xwe yê Tirkiyê re dosyaya Sûriyê gotûbêj bikim û encamên ku dê di vê lûtkeyê de derkevin holê dê guhertinê li herêmê bi xwe re bîne.”

Civîna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Senatoryûma Rûsyayê demjimêr di 15.20an de dest pê kir.

Erdogan bal kişande ser wê yekê ku hevdîtinên şandeyên her du welatan li Tirkiyê bi encam bûne û wiha got “Wan di warê siyasî, aborî û bazirganî de gelek mijar gotûbêj kirin û ez bawerim ku piştî van mijaran dawî li vê yekê bê dê di têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê de rûpeleke pir cuda vebe.”

Egera operasyona li ser Rojavayê Kurdistanê

Erdogan di derbarê egera operasyoneke li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de jî wiha got:

“Ez di wê baweriyê de me ku bi vê minasebetê gotûbêjkirina geşedanên li Sûriyê jî dê rehetiyê bîne herêmê.

Hevgirtina me ya di têkoşîna li dijî terorê de xwedî girîngiyeke mezin e û ez bawerim gavên ku em di vê mijarê de bavêjin û danûstandinên ku em bikin dê xurt bibe.

Îro dîsa dê çavê cîhanê li Soçiyê be, `Gelo li Soçiyê çi gotûbêj kirin, çi kirin?` Vê derê dişopînin. Bersivên ku wê piştî van muzakereyan ji wan re bên dayîn, dê wan di rêyeke diyar de bi rê ve bibe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 551 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:05:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x