Îdia: Ocalan dê bangeke berfireh bike

Hat îdiakirin ku rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji bo rêxistinê banga danîna çekan kiriye.

05.01.2024, Cum - 05:54

Îdia: Ocalan dê bangeke berfireh bike
Nuçe Belav bike

Herwiha hat îdiakirin ku dê Ocalan, di rojên pêş de ji bo raya giştî bangeke berfireh bike.

Li gorî nûçeya Haberler.comê ku wekî “agahiya kulîsê” parve kiriye, rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ku ji sala 1999an ve li girtîgeha Îmraliyê tê girtin, ji Qendîlê re peyamek şandiye.

Li gorî nûçeyê, rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di peyama xwe de gotiye:

“Rêxistin di çarçoveya geşedanên herêmî de ji armanca xwe dûr ketiye. Li hemberî geşedanan derfet û motîvasyona xwe ji dest daye.”

Herwiha hat îdiakirin ku di peyamê de hatiye gotin:

“Dê pêdiviya rêxistinê bi rêvebirên payebilind hebe lêbelê eger ku çalakiyên çekdarî bidomin dê ziyanên di şer û pevçûnên bi artêşa Tirkiyeyê re zêdetir bibin.”

Di nûçeyê de hat îdiakirin ku Ocalan ji bo rêxistinê banga “danîna çekan” kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:55:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x