Dibistanekê ji ber guhdarkirina muzîka kurdî doz li 6 xwendekaran vekir

Li bajarê Aydinê yê Tirkiyeyê dibistanekê di derbarê 6 xwendekaran de ji ber ku muzîka kurdî guhdar kirine, serî li miduriyeta ewlehiyê da û ew her 6 xwendekar bi îdiaya ‘propagandakirina rêxistinê' desteserkirin.

20.02.2017, Pts - 17:00

Dibistanekê ji ber guhdarkirina muzîka kurdî doz li 6 xwendekaran vekir
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku li bajarê Aydinê yê Tirkiyeyê li Lîseya Îmam Xetîbê ya Aydinê 6 xwendekarên pola yekemîn di navbera dersan de muzîka kurdî guhdar kirine. Gava ku mamosteyekî wan vê yekê dibîne qerta wan a telefonê, ku stran tê de tomarkiriye, ji wan distîne û dibe ji rêveberiya dibistanê
Li gorî agahiyan rêveberiya dibistanê jî ji ber vê yekê giliyê wan li miduriyeta polîsan dike û polîsa di 14ê Sibatê de ji bo îfadedayinê bangewaziya wan xwendekaran dike. Xwendekarên ku îfadeya wan li Şaxa Zarokan a Miduriyeta Ewlehî ya Aydinê tê girtin, bi îdiaya ‘propagandakirina rêxistinê sewqê dadgehê tên kirin û dadgeh wan bi kontrola edlî serbest berdide.

BAVÊ XWENDEKAR: EZ KURD IM Û BI VÊ YEKÊ JÎ SERBILIND IM

A.B.yê ku bavê xwendekarê xwediyê qerta telefonê Y.A. ye, di derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku divê dibistan pêşiyê em agahdar bikirana. Bavê xwendekar ev titş gotin, "Roja 14ê Sibatê em bi telefona ku ji ewlehiyê hat, bi rewşê hîn bûn. Rêveberiya dibistanê divê pêşiyê em ji rewşeke wisa agahdar bikirana. Miameleya xayintiyê li me dikin. Ez firoşkar im û kurd im. Ez bi vê yekê jî serbilind im. Ji ber ku guhdarkirina muzîka kurdî, kes nikare kesî bike xayin. Em ê vê bûyerê bişopînin û em bi her awayî li mafê xwe bigerin."Miduriyeta Perwerdehî ya Aydinê û rêveberiya wê dibistanê di derbarê bûyerê hêj tu daxuyanî nedane.

sputnık
Vî nûçeyê tevayî: 1400 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:58:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x