DIERG: Divê partiyên siyasî di bernameya xwe de cih bidin perwerdeya fermî ya bi Kurdî

Pêngava Reform û Çavdêriyê ya Perwerdehiyê ya Amedê (DIERG) 18ê Tebaxa 2022ê derbarê perwerdehiya Zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir.

19.08.2022, Cum - 12:17

DIERG: Divê partiyên siyasî di bernameya xwe de cih bidin perwerdeya fermî ya bi Kurdî
Nuçe Belav bike

Pêngava Reform û Çavdêriyê ya Perwerdehiyê ya Amedê (DIERG) bang li 13 partiyên siyasî yên Tirkiyê kir ku di bernameya xwe de cih bidin perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî.

Pêngava Reform û Çavdêriyê ya Perwerdehiyê ya Amedê (DIERG) 18ê Tebaxa 2022ê derbarê perwerdehiya Zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir.

DIERGê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê dike ku Zimanê Kurdî bi îradeya hevbeş ya Parlamentoya Tirkiyê hatiye astengkirin û dîsan dê bi îradeya hevbeş ya parlamentoyê ev astengî bên rakirin.

DIERG dibêje, “Partiyên li parlamentoyê ne, divê nîşan bidin ku çiqasî girîngiyê didin cûdahiyên ziman û çand yên civakan û li gor vê yekê jî berpirsiyartiya xwe bînin cih. Ji bo perwerdehiya fermî ya Zimanê Kurdî em bo partiyên siyasî du xalan pêşniyar dikin:

1 - Her partiyêke siyasî ya li parlamentoya Tirkiyê berî hilbijartinên 2023an bi 2 mehan divê di bernameya xwe de cih bide pêşniyara me û vê yekê eşkere bike.

2 - Ew partiyên niha li parlamentoyê cih nagrin û dixwazin di hilbijartinên bê de bikevin parlamentoyê jî divê berî hilbijartinan bi du mehan eşkere bikin ku pêşniyara me ya perwerdehiya fermî ya Zimanê Kurdî di bernameya wan de cih digre an na.”

DIERG di daxuyaniya xwe de derbarê pêşniyara xwe de teqezî li ser dike ku ji bo gavên berçav bên avêtin dê kar û xebatên xwe berdewam bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 411 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:02:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x