Doza Vartinisê ket ber demboriyê

Doza “Komkujiya Vartinisê” ku tê de 7 jê zarok 9 kes hatibûn ket ber demboriyê û hat hilweşandin.

04.12.2023, Pts - 11:03

Doza Vartinisê ket ber demboriyê
Nuçe Belav bike

Li gundê Vartînîsê yê girêdayî navçeya Beranikê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê 30 sal berî niha ji heman malbatê 9 kes hatibûn kuştin.

Runiştina 20mîn a doza wê komkijiyê îro li 1emîn Dadegeha Cezayên Giran a bajarê Kirikkaleyê yê Tirkiyeyê bi re ve çû.

Dadgehê bi hinceta ku di ser bûyerê re 30 sal û 2 meh derbas bûne, doz hilweşand û dosya bêyî kesek ceza werbigre hat girtin.

Li gundê Vartînîsê yê navçeya Beranika parêzgeha Mûşa Bakurê Kurdistanê 3ê Çiriya Pêşîna 1993yan leşkerên Tirkiyeyê agir berdan xaniyê malbateke Kurd.

Ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kesan canê xwe ji dest da.

Di komkujiyê de Mehmet Nasir Ogut, Eşref Oran Ogut, Sevda Ogut, Sevim Ogut, Mehmet Şakir Ogut, Mehmet Şirin Ogut, Aycan Ogut, Cihan Ogut û Cinal Ogut canê xwe ji dest da.

Ji malbata Ogut bi tenê keçek sax maye ku ew jî wê şevê ne li malê bû.

Tometbarê serekî Bulent Karaoglu ku wê demê Fermandarê Cendirmeyên wê deverê bû xanenişîn e û sax e lê ev 30 sal in tu dadwer û dozger nikarin wî derxin pêşiya dadgehê.

Parêzerên Dosyeyê dan xuyakirin ku ew dê berdewam kar lil ser vê dosyê bikin, dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û Dadgeha Mafên Mirovan Ewropayê bikin.

Tîma Parêzeran di konferanseke rojnamevaniyê de rexne li desthilata dadweriyê girt ku di vê dosyeyê de adîlane kar nekiriye.

Tîma parêzeran diyar kir ku çend daxwaziyên wan li ser vê mijarê hebûn lê nehatine bicihkirin û desthilatên dadweriyê tohmetbarê sereke negirt heta ku reviya.

Bi bultena sor li tometbarê sereke Fermandarê Hêzên Cendirmayan yê wê demê Bulent Karaoglu digerin û biryara girtina wî jî heye lê nayê girtin.

Ew hîna jî mûçeyê xwe yê xanenişîniyê ji bankeyan werdigre û diyar e tê parastin.

Dozên ku 30 sal di ser wan re derbas dibin û tometbarên wan neyêne girtin ango bê encam bimînin, dikevin ber dema dirêj û têne girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:06:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x