Erdogan biryara ‘referandûmê’ erê kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, qanûna “sîstema serokatiyê” ya ku ji aliyê parlamentoya wî welatî ve hatibû derxistin, pesend kir. Roja referandomê jî diyar bû.

10.02.2017, Cum - 10:37

 Erdogan biryara ‘referandûmê’ erê kir
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, qanûna “sîstema serokatiyê” ya ku ji aliyê parlamentoya wî welatî ve hatibû derxistin, pesend kir. Roja referandomê jî diyar bû.

Parlamentoya Tirkiyê roja 2 vê mehê qanûna “sîstema serokatiyê” radestî serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiribû, Erdogan jî piştî 8 rojan îro ew qanûn pesend kir.

Di wê qanûnê de ku roja 21 Çileya îsal ji aliyê parlamentoya Tirkiyê ve hat pejirandin, tê gotin ku li şûna sîstema serokwezîrtiyê êdî sîstema serokomartiyê dibe.

Çavdêrên siyasî dibêjin, qesta wê qanûnê ji sîstema serokomariyê heman sîstema serokatiyê ye ku Erdogan û AKPê dixwastin li Tirkiyê pêk bînin.

Hat gotin ku Erdogan piştî pesendkirina wê qanûnê ferman daye qanûna han bikeve referandomê. Roja referandomê jî 16 Nîsana îsal hatiye destnîşankirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1325 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:52:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x