Erdogan derbarê Roboskiyê de bertek nîşanî Kiliçdaroglu da

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser serdana Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bo malbatên qurbaniyên gundê Roboskiyê rexne li Kiliçdaroglu girt.

06.08.2022, Cts - 12:05

Erdogan derbarê Roboskiyê de bertek nîşanî Kiliçdaroglu da
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser serdana Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bo malbatên qurbaniyên gundê Roboskiyê rexne li Kiliçdaroglu girt û got: “Pirsgirêkeke me ya wiha ya helaliyê tune. Ji ber ku me li hember welatiyên xwe çi ji destê me tê, me kiriye û em dikin û em ê di pêşerojê de jî bikin.”

Recep Tayyip Erdogan di balafira vegera Rûsyayê de ji rojnamevanan re axivî û diyar kir, Putin di mijara Sûriyê de Beşar Esad nîşan dide û got: “Putin di vê mijarê de li hemberî Tirkiyê nêzîkatiyeke dadperwer diparêze. Bi taybetî diyar dike ku ew ê di têkoşîna li dijî terorê de her tim bi me re bin. Dixwaze bibêje 'Eger hûn bi rejîmê re van meseleyan çareser bikin, heta ku ji destê we tê, ev yek dê rasttir be', em jî dibêjin ku rêxistina me ya îstîxbaratê ji xwe bi îstixbarata Sûriyê re van pirsgirêkan diaxive, lê meseleya girîng ew e encam were bi dest xistin.”

Êrîşa Zaxoyê

Erdogan li ser êrîşa Zaxoyê got: “Berê hem Wezareta Derve û hem jî Wezareta Berevaniyê daxuyanî dabûn. Ev yek ji êrîşên diyar ên PKK ya rêxistina terorê ye. Çawa ku berê jî tiştên wiha kirin û piştî wê reviyan, rêyên wekî ku neyên dîtin hilbijartin, niha jî li vir, piştî ku êrîşên wiha dikin, yekser Hêzên Çekdar ên Tirk û Tirkiyê sûcdar dikin.”

Herwiha diyar kir: “Em li pişt daxuyaniyên xwe yên di vî warî de ne. Helbet Rêveberiya me ya Ragihandinê jî ev tişt ji welatên cuda yên Ewropayê û bi taybetî Amerîkayê re gotiye û pêvajo bi vî awayî didome. Ji kêliya yekem ve me ji wan re got ku em dikarin bi axaftin, hevdîtin û danûstandina bi muxatabên xwe yên herêmê re di her warî de alîkariya wan bikin û ji bo eşkerekirina vê bûyerê çi ji destê me bê em ê bikin. Ev pêşniyar hîn jî heye û wan jî spas kir.”

Serdana Kılıçdaroğlu bo Roboskiyê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser serdana Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu bo malbatên qurbaniyên Roboskiyê got: “Hûn dizanin, ez bi malbatên, birayên me yên ku di wê bûyerê de li Qilebanê mirin re hatim cem hev. Di vekirina Firokexaneya Şerafettîn Elçî ya Şirnexê de min bi wan malbatan re hevdîtinek kir. Min bi xwe hevjîna xwe şand Qilebanê. Hevjîna min çû Qilebanê û li cihê bûyerê bi malbatên li wir re hevdîtin kir. Ji ber vê yekê jî weke Bay Kemal nêzîkatiyeke me ya weke ku li cihekî derfet hebe û em wê derfetê bi kar bînin, nîne.”

Herwiha got: “Bay Kemal behsa helaliyê dike. Tu bi vê gotinê xwe eşkere dikî. Çi ye ew? Heger deynê te li yekî be tu yê biçî helaliyê bixwazî. Ev tê wê wateyê ku hûn di van mijaran de aliyek in. Ji xwe rewşeke wisa heye. Ji bo wê jî helalî divê. Pirsgirêkeke me ya wiha ya helaliyê nîne. Ji ber ku me li hember welatiyên xwe çi ji destê me tê, me kiriye û em dikin û em ê di pêşerojê de jî bikin. Di warê mafên welatiyan de ti pirsgirêkên me nîne, em bi vê bawer in. Bi taybetî ji ber ku me şaredariya wê derê bi dest xist, ev çawa dibe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 528 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:29:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x