Erdogan di derbarê Kurdistanê daxuyanî da

Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li parlamentoya Tirkiyê beşdarî komcivîna partiya xwe ya heftane bo û gotarek pêşkêş kir.

21.11.2017, Sal - 11:57

Erdogan di derbarê Kurdistanê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan got, piştî erdheja li Kurdistanê, yekem alîkariyên mirovî yên ji bo ziyanpêktiyên erdhejê ji welatî wî gihîştiye Herêma Kurdistanê.

Erdogan di axaftina xwe de dibêje; "Niha peywendiyên me bi rêveberiya navendî ya Iraqê gelekî erênî ne. Heger Bakurê Iraqê Iraqê jî şaşiya jîndarî nekiriba peywendiyên me dê bi wan re jî baş ba. Lê tevî her tiştî hefteya borî di piştî erdhejê me erka xwe ya mirovî pêk anî û yekem alîkariyên em gihîştin wê derê.”

Her wiha Serokkomarê Tirkiyê careke din rexne li Amerîka kir û got Washington bi kamyonan çekan dişîne ji Hêzên Sûriya Demokratîk re û siyaseteke şaş li deverê bicih dike

Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku bi beşdariya wî, Serokê Rûsyayê Vlademir Putîn û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî dê li ser "Sûriye"yê civîneke sêalî li bajarê Soçî yê Rûsyayê çêbibe û got: “Emê li Soçî bi Rûsya û Îranê civîneke sealî pêk bînin. Geşedanên ji encamên peywendiyên me yên bi Rûsyayê re gelek girîng in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1763 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:17:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x