Erdogan: Em ê bi ser Minbicê ve herin

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniya xwe ya ji bo Mertalê Firatê de ragihand ku niha em nêzî Minbicê bûne û em ê bi ser vî karî ve herin.

28.03.2017, Sal - 06:29

Erdogan: Em ê bi ser Minbicê ve herin
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya weşana hevpar a Haberturk TV û Show TVyê de got: "Heke em bikaribin 16ê Nîsanê bi awayekî serkeftî vebêjin em ê bikaribin mijara Iraq û Sûriyeyê jî çareser bikin."

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hersê Sererkanên Giştî li Antalyayê hevdîtin pêk anîn. Min Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hevditinek kir. Di vê mijarê de hê min bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re tiştek parve nekiriye. Piştî El

Babê niha em nêzî Minbicê bûne. Berê jî min ji Obama re gotibû divê PYD û YPG li Minbicê nemîne, ewder axa ereban e. Lê di vê mijarê me tiştek bi dest nexist. Li ser navê alîkariya însanî hildana alê li Minbicê ne tiştekî rast e. Em nirxandina vê dikin û em ê bi ser Minbicê ve herin. Ji bo vê 16ê Nîsanê pir girîng e. Em bikaribin 16ê Nîsanê bi awayekî serkeftî vebêjin em ê bikaribin mijara Iraq û Sûriyeyê jî çareser bikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1494 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:11:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x