Erdogan: Em dê korîdora ewlekariyê ya li sînorê xwe temam bikin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê operasyoneke bejayî ya gengaz a li ser Rojavayê Kurdistanê de got “Li seranserê sînorê başûr em dê tekez korîdora ewlehiyê temam bikin

03.12.2022, Cts - 13:02

Erdogan: Em dê korîdora ewlekariyê ya li sînorê xwe temam bikin
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Şemiyê 3ê Kanûna 2022ê li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê beşdarî vekirina rêze çalakiyan bû.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê got ew cûdahiyê naxin navbera koçberên Sûrî û welatiyên xwe.

Erdogan di gotara xwe ya li vê derê behsa kiryarên desthilata xwe kir û got ji bo rewşa aborî ya cotkaran dê alîkariyê bidin û hewl didin pirsgirêkên wan çareser bikin. Herwiha yek ji mijaran jî egera operasyoneke bejahi bo ser Rojavayê Kurdistanê bû lê Erdogan derbarê mijarê de tenê got ewê kar û xebata xwe ya korîdora ewlekariyê temam bikin.

Peyama 8 xalî

Erdogan di mîtîngê de peyameke ku ji 8 xalî pêk tê da û wiha got:

Yek, hûn amade ne ku di hilbijartina 2023’an de vî birayê xwe ji bo serdemeke din wek Serokomar destnîşan bikin?

Du, Em amade ne ku xebatên xwe yên zagonsaz bi bidestxistina piraniyê di parlamentoyê de bidomînin. Hûn amade ne ku erkê bidin?

Sê, Bi serkeftina modela aboriya Tirkiyeyê em ê zehmetiyên ku jiyana gelê me zehmet bike li pey xwe bihêlin. Em amade ne ku bi hilberîn, kar û hinarde xwe mezin bibin. Hûn amade ne ku vê erkê bidin?

Çar, Li seranserê sînorê başûr em dê tekez korîdora ewlehiyê temam bikin. Êrîşên rêxistina terorê û yên ku xefsarê wê di destê xwe de digirin dê nikaribin vê biryarê vegerînin.

Pênc, Em dê welatê xwe têxin nava 10 aboriyên herî mezin ên cîhanê.

Şeş, Em dê sîstema rêveberiya xwe pêş bixin. Tenê derdê wan kesên ku xemilandiyên Tirkiyeyê ya kevin dikin, wek ku li ser maseya 6an, mijûlî belavkirina hin tiştan in.

Heft, em dê îspat bikin ku yên ku tenê şiyana wan ew e ku desthilatdariya xwe di partiya xwe de bidomînin, tiştek nîne ku pêşkêşî Tirkiyeyê bikin.

Heşt, Em amade ne rave bikin ku siyaseta derew û îftirayê ya ku dibe di civînên partîyên girtî de bixebite, di jîyana rastîn da tu beramberê wê tune ye?

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 201 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:50:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x