Erdogan: Em di 10ê Adarê de pêvajoya hilbijartinê didin destpêkirin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, "10ê Adarê roja înê, biryara hilbijartinê ya li gorî desthilata ku Destûr dide me, di rojnameya fermî de bê weşandin û em dê pêvajoya hilbijartinê bidin destpêkirin."

07.03.2023, Sal - 07:41

Erdogan: Em di 10ê Adarê de pêvajoya hilbijartinê didin destpêkirin
Nuçe Belav bike

Serokomar Erdogan piştî civîna kabîneyê li ser pêvajoya hilbijartinê daxuyanî dan û wiha axivî: "10ê Adarê roja înê, biryara hilbijartinê ya li gorî desthilata ku Destûr dide me, di rojnameya fermî de bê weşandin û em dê pêvajoya hilbijartinê bidin destpêkirin. Em biryarnameya Serokomariyê amade dikin ku ziyanpêketiyên erdhejê îqametgeha xwe yan qeyda xwe ya hilbjêrtiyê biguherin ji maf û îmkanan bêpar nebin. Merc e ku pêvajoya rê bide çewtbûna rojevê li paş bê hiştin û ji nîqaşên hilbijartinê em derkevin. Çêbûna hilbijartinê di 14ê gulanê de dê vê derfetê bide me."

Erdogan eşkere kir ku hejmara kesên di erdhejên navend Mereşe de canê xwe ji dest dane 46 hezar û 104 e.

Erdogan bal kişand ku li 11 parêzgehên li herêma erdhejê hejmara avahiyên dê bilez bên hilweşandin û giran xesardîtî digihîje 230 hezarî, ya beşên serbixwe jî digihîje 645 hezarî û wiha got, "Em dixwazin di nava 2 mehan de 100 hezar konteyneran amade bikin da ku nîv milyon mexdûrên erdhejê li van qadan di şertên çêtir de bijîn."

Serokomarê Tirkiyê destnîşan kir ku li herêma erdhejê heta niha 6 hezar kargehên bazirganiyê yên demkî hatin avakirin û wiha got, "Ev kargeh ketin xizmeta esnafên me. Em sûkên ji 3 hezar konteynerî pêk tên ava dikin."

Erdogan ragihand, li herêma erdhejê deynê kargehan ê ji bo KOSGEBê yê sala 2023yan û her wiha xwediyê kargehan ê di karesatê de mirin jî hemû deynê wan hatin jêbirin.

Her wiha Erdogan da zanîn ku heta niha ji bo milyonek û 61 hezarî zêdetir mexdûrên erdhejê, serê malbatê 10 hezar lire alîkariya bilez hat dayîn û wiha dewam kir, "Li cihên ku di erdhejê de giran xesar dîtin em dê heta 250 hezar lireyî krediya bi faîz ji sedî 7,5 bidin esnaf ku 12 mehan bêdayîn, 60 qist û nîvê wê jî Xezîne dê bide."

488 hezar avahiyên nû dê bên çêkirin

Erdogan bal kişand ku li herêma erdhejê li gorî plansaziya heyî ew dê 488 hezar xaniyên nû ku 405 hezar jê xanî, 83 hezar jê jî xaniyên gundan çêkin û radestî welatiyan bikin.

Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Em dixwazin di nava 2 mehan de çêkirina 244 hezar xanî û 75 xaniyên gundan bidin destpêkirin. Ji van jê çêkirina bi qasî 22 hezaran dest pê kiriye. Li bajarên me yên li herêma erdhejê heta jiyan asayî nebe, sekn û bêhnvedan ji me re heram e.

Ez careke din bangî hemû welatiyên xwe dikim, ji bo ku êş û kulên 6ê Sibatê dubare nebin, bila avahiyên xwe yên kevn û birîsk têxin ber bernameya nûjensaziyê. Di serî de Stenbol, li seranserê welat 6,5 milyon avahî di çarçoveya projeya nûjensaziya bajêr de divê bilez veguherin. Li ber vê rastiyê ku mirov bi hesabên siyasî pêvajoyê bi derengî bixe, webalê wê pir giran e. Ji qanûna karesaêt bigire heta xurtkirina rêveberiya afatê ji bo pêkanîna xebatên di gelek waran de me dest bi amadekariyan kir."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:54:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x