Erdogan: Em nahêlin PYD dewletê ava bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Riha navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) axivî û got, ‘Em nahêlin PYD li sînorê me yê başûr dewletekê damezirîne.’

24.06.2017, Cts - 06:35

Erdogan: Em nahêlin PYD dewletê ava bike
Nuçe Belav bike

Erdogan bal kişand ser têkoşîna dijî FETOyê û destnîşan kir, ew rê nadin dewleta terorê û ya paralelî.

Serokomarê Tirk li ser hebûna Partîya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Sûrîyê ku li Rojava deshilatdar e, wiha axivî: "PYD li başûrê me, anu li bakurê Sûrîyê di nav hewldanekê de ye. Binêrin ji Akçakaleyê dibêjim; Her çi kes ligel we bin jî bizanin ku dê Hêzên Çekdarên Tirkîyê qet destûra avakirina dewletekê li Bakurê Sûrîyê nedin. Me ev ji Amerîka re jî, ji welatên din re jî got. Derfetan nedin, heke hûn bidin dê rewş cuda bibe. Hûnê bi terorê bên nasîn."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1405 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:11:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x