Erdogan li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê axifî

Serokkomarê Tirkiyê di lûtkeya NATO ya li Lîtvanyayê de di bersiva pirsa Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno ya li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de got, “Ji bo ku rayedarên bakurê Iraqê û hikûmeta navendî pirsgirêkên xwe çareser bikin jî me gav avêtin. Dema ku ev pirsgirêk ji holê hatin rakirin, em alîgirê vekirina boriyan petrolê ne.”

13.07.2023, Per - 06:04

Erdogan li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê axifî
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê 12ê Temûza 2023an di lûtkeya NATOyê ya li Lîtvanyayê de ragihand, “Di warê wergirtina petrola Iraqê de ti pirsgirêkên me nînin. Ew pirsgirêka heyî nakokiya li hundirê Iraqê ya di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta bakurê Iraqê de ye.”

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê ku bi rêya boriya Ceyhanê digihêje Tirkiyê û ji wir hinardeyî welatên din ên ku kiryarê petrolê ne tê kirin, ji 25ê Adarê ve, wate 109 roj in hatiye ragirtin. Ev jî 2 rojan berî biryara Dadgeha Mufetîş a Navdewletî ya Parîsê hate cibicîkirin.

Dadgeha Mufetîş a Navdewletî ya Parîsê li ser gilîkirina Iraqê ya li dijî Tirkiyê ya li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê biryar di berjewendiya Iraqê de da û piştî wê biryarê hate rawestandin. Wê demê Tirkiyê ragihandibû ku ew dê pabendî biryarê bibin û ji ber wê jî hinardekirina bi boriya Ceyhanê heta niha dest pê nekiriye.

Erdogan: Em li ser bingeha qezenc-qezencê dixebitin û pirsgirêk di navbera bakurê Iraqê û hikûmeta navendî de ye

Erdogan di beşeke din a axavtina xwe li ser heman pirsê de ji Rûdawê re got, “Ji bo şopandina vê mijarê û bi wan re hevdîtinan pêk bînin min hevalên xwe erkdar kirine. Ji bo ku rayedarên bakurê Iraqê û hikûmeta navendî pirsgirêkên xwe çareser bikin jî me gav avêtin.”

Erdogan her wiha anî ziman, “Dema ku ev pirsgirêk ji holê hatin rakirin, em alîgirê vekirina boriyan petrolê ne. Ji ber ku em li ser bingeha qezenc-qezencê dixebitin. Ew qezenc dikin û em jî qezenc dikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 300 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:53:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x