Erdogan, li ser pirsa Demîrtaş hêrs bû: ‘Çima ev mijar we eleqedar dike?’

Recep Tayyîp Erdogan, derbarê girtina Selahattîn Demîrtaş de got, “Tirkiye dewleteke hiqûqê ye û ez nikarim li ser navê sîstema darazê biaxivim.”

19.09.2023, Sal - 12:22

Erdogan, li ser pirsa Demîrtaş hêrs bû: ‘Çima ev mijar we eleqedar dike?’
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê bû, beşdarî bultena kanala PBSê ya Amerîkayê bû.

“Ev kes ji bo we cihê metirsiyê ne?”

Pêşkêşkara kanalê derbarê girtina Sedef Kabaş, Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş de pirsa “Hûn dixwazin van kesan bêdeng bikin? Ev kes ji bo we cihê metirsiyê ne?” kir.

“Çima ev mijar we eleqedar dike?”

Erdogan li beramberî vê pirsê hêrs bû û bi pirsa, “Çima ev mijar we eleqader dike?” dest bi axaftinê kir û got:

“Tirkiye welatekî hiqûqê ye. Ji ber vê yekê jî biryar ya darazê ye. Ger darazê biryareke bi vî rengî dabe divê em rêzê lê bigirin. Ez bi wan biryaran re mijûl nabim. Biryar ne ya min e.

Ez nikarim li ser navê sîstema darazê baxivim. Kavalayê ku hûn behsa wî dikin fînansorê xwepêşandanan bû.”

Erdogan dema behsa Selahattîn Demîrtaş jî kir û angaşt kir ku Demîrtaş “Herî kêm bûye sedema mirina 200 kesî.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 317 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:12:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x