Erdogan: Me ji Trump xwestiye piştgiriya xwe ji YPGê re rawestîne

Di peyvendiyeke telefonî ya di navbera Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump de, Erdogan daxwaz ji Serokê Amerîkayê kir ku, alîkariya welatê xwe ji Yekîneyên Parastina Gel(YPG) rawestîne.

08.02.2017, Çar - 08:53

Erdogan: Me ji Trump xwestiye piştgiriya xwe ji YPGê re rawestîne
Nuçe Belav bike

Di peyvendiyeke telefonî ya di navbera Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump de, Erdogan daxwaz ji Serokê Amerîkayê kir ku, alîkariya welatê xwe ji Yekîneyên Parastina Gel(YPG) rawestîne.

Derbarê wê peyvendiya telefonî Navenda Çapemeniyê ya Serokomariya Tirkiyê daxuyaniyek bekav kir, tê de hurgiliyên axiftina her du serokan aşkere kir û da zanîn ku, di wê hevdîtinê de behsa peyvendiyên stratejîk ên her du welatan hatiye kirin.

Ji aliyê xwe ve Serokê Tirkiyê daxwaz ji Trump kiriye ku, alîkariya welatê xwe ji Yekîneyên Parastina Gel(YPG) rawestîne, di heman demê de behsa hevkariya di navbera her du welatan de di şerê DAIŞê de li bajarê Reqa û Babê yên Sûriyê hatiye kirin.

Li gor jêderên ku, ji ajansa Rutersê re ragehandîn di wê peyvendiya telefonî de jî behsa navçeyên Tampon li Sûriyê hatiye kirin, herwiha krîza penaberan û şerê li dijî terorê.

Biryare sibe roja pênşemê Rêveberê CIA yê Mike Pompeo serdana Tirkiyê bike, li gor medyaya Tirkiyê berpirsê CIA wê mijara PYD û Cemaeta Fethulah Gulen bi rayedarên wî welatî re gotûbêjbike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:37:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x