Erdogan: Pûtîn û Esad jî bi neyînî PYD'ê dinêrin

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, divê Îran û Rusya hêza xwe ya dîplomatîk li hemberî hêzên hevpeyman bikar bînin û piştgiriya Tirkiyê bikin.

24.11.2017, Cum - 10:59

Erdogan: Pûtîn û Esad jî bi neyînî PYD'ê dinêrin
Nuçe Belav bike

Erdogan di dema vegera xwe ya ji lûtkeya sê alî ya li Soçiyê di balafirê de pirsên rojnamevanan bersivand û daxuyaniyên girîng dan. li ser pirsekê di derbarê egera nêzikbûna Şam û Enqereyê ya li dijî PYD'ê yê de got rûdan û pêşhatên dahatûyê girêdayî şert û mercên wê demê ne. Ne rast e ew ji niha ve bibêjin di dahatûyê de digel Sûriyeyê kar nakin. Deriyên siyasetê heta dema herî dawî jî vekiriye.

Her wiha Erdogan di derbarê desrhilatdariya YPG û PYD'ê ya li Rojavayê Kurdistanê de jî ragihand ku, ew bi ti awayî rê nadin li bakurê Sûriyeyê di pêşengtiya PYD û YPG'ê de rêveberiyek were avakirin û ji wan re nabêjin hûn bi xêr hatin. Wan 7 sal berê dijbûna xwe eşkere kiribûn. Serokê Rusyayê Putîn jî dilgiraniyên Tirkiyeyê têdigihe û parve dike. Li ser vê mijarê digel Putîn pirsgirêka wan nîn e. Yên ko wekî Tikriyeyê hizir nakin, Amerîka û hêzên hevpeyman in. Divê Îran û Rusya hêza xwe ya dîplomatîk li hemberî hêzên hevpeyman bikar bînin û piştgiriya Tirkiyê bikin.

Serokomarê Tikriyeyê di derbarê naveroka civîna Putîn û Esed de jî axivî û got helwesta Beşar Esed jî li hemberî PYD û YPG'ê neyînî ye û naxwaze di maseya gûftûgoyan de PYD cih bigre. Herwiha Serokê Suriyeyê li dijî PYD û YPG'ê ye ku li rojavayê Kurdistanê desthilatdariyek ava bikin.

Erdogan li ser pirsa Efrînê jî da zanîn ku, civîna Soçiyê ji bo dilgiraniyên wan ên di derbarê Efrînê de gelek girîng bû. Wan li Soçiyê helwesta Rusya û Îranê dît û êdî ew piştî Îdlibê li Efrînê jî dê xalên çavderiyê ava bikin.

Serokomarê Tirkiyeyê herwiha li ser çekên ko Amerîka dide YPG'ê jî diyar kir ku, Amerîka heta niha bi hinceta şerê DAÎŞ'ê çek dan YPG'ê lê niha DAÎŞ nema. Lê Amerîka niha jî çekan dide YPG'ê û li Reqqayê jî xebat dike ko bingeha xwe ya 14 mîn ava bike. Ew dê van meselayan hemûyan ji Serokê Amerîkayê Donald Trump bipirse.

Hurriyet
Vî nûçeyê tevayî: 1281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:46:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x