Erdogan: Ti pirsgirêkekî me ya bi navê pirsgirêka Kurd tine

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan radigihîne, li Tirkiyê ti pirsek bi navê “Pirsa Kurd” nîne.

05.10.2022, Çar - 14:26

Erdogan: Ti pirsgirêkekî me ya bi navê pirsgirêka Kurd tine
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan îro li Parlamentoya Tirkiyeyê di kombûna heftane ya fraksiyona xwe de îddia kir ku li Tirkiyê pirsa Kurdî hatiye çareserkirin.

Erdogan got: “Me xwe ji pirsa Kurdî ku wekî kirasekî dînan li welatê me hatibû kirin, digel dijayetiyên CHPê rizgar kir. Ti pirsgirêkeke me ya bi navê Pirsa Kurdî nîne. Niha li kabîneya min du Kurd hene. Ti çi xemeke me ya wiha nîne.”

Pêştir jî, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dema ji bo 77emîn Lijneya Giştî ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê bû di hevdîtinekê de bi televîzyona “PBS” a Amerîkî re gotibû “Eger hûn bûyerê wek pirsa Kurd û Tirkan binirxînin hûn ê xelet bin. Bûyer ne pirsa Kurd û Tirkan e. Bûyer bi tevahî meseleya terorîstan û ne terorîstan e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 317 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:44:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x