Erdogan û Sûdanî rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir.

04.12.2024, Çar - 09:59

Erdogan û Sûdanî rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî duh bi telefonê axivî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, Erdogan di axaftinê de diyar kir ku pêşaniya Tirkiyeyê ew e ku sikûneta li dersînorên wê bê parastin û zerer negihije xelkê sivîl.

Erdogan got ku ji bo yekîtî û tevahiya axa Sûriyeyê girîngî tê nîşandan, di vê mijarê de ew jî wekî Îraqê difikirin.

Erdogan her wiha destnîşan kir ku ji bo rewş hin jî xerabtir nebe divê hikûmeta Sûriyeyê angajeyî pêvajoyeke siyasî ya rastîn bibe.

Serokkomarê Tirkiyeyê di heman demê de destnîşan kir ku Tirkiye dê li dijî PKKyê êrişên xwe bike.

 

Vî nûçeyê tevayî: 99 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:00:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x