Hat îddîa kirin, Artêşa Suriya Azad ku Tirkiye piştevanî dike amadekariya êrişê Kantona Efrînê dike.
Hat Îddîa kirin ku Dewleta tirkiye jibo êriş kirina kantona Efrînê talimat daye artêşa Surya Azad.Wekî berdewama Operasyona Mertala Firatê, Artêşa Hêzên Tirkiye û Artêşa Surya Azad êrişê kantona Efrînê ku amadekariyê bihevre dikin hatiye qonaxa herî dawî.Piştî Opresyona El Bab ê Tirkiyê Artêşa Surya Azad re wek talîmat gotiye; jibo êrişê Kantona Efrînê ji niha û pê de dest bi amadekariyên xwe bikin.
Fermandarê tugaya Sultan Murat Fehîm İsa hevpeyvîna xwe a TRT ê de dibêje ku em benda talimat a êrişê Kantonê ne, Dewletên Rojavayî pir alîkarî dane PYD ê û me jî bi alîkariya Artêşa Tirkiyê pir operasyon pêk anîne.Em jibo operasyona Efrînê amaden e.