Fîdan: Em naxwazin li Sûriyeyê bi Îsraîlê re şer bikin

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, derbarê bipêşketinên li Sûriyeyê got: "Em naxwazin li Sûriyeyê bi Îsraîlê an jî ti welatekî din re bikevin nava şer."

10.04.2025, Per - 11:13

Fîdan: Em naxwazin li Sûriyeyê bi Îsraîlê re şer bikin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan beşdarî weşana zindî ya CNN Turkê bû û rojev nirxandin.

Fîdan, li ser bipêşketinê herêmî û gerdûnî û her wiha li ser bipêşketinên li Sûriyeyê û tevgerên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê jî axivî.

"Em Naxwazin li Sûriyeyê bi Îsraîlê re şer bikin"

Fîdan derbarê Îsraîl û Sûriyeyê got: "Hewldana Îsraîlê ya ji bo derxistina provokasyonan li Sûriyeyê bi bikaranîna niyetên xwe yên firehxwaziyê di herêmê de, ne tiştekî tê qebûlkirin e"

Yanî helwesta ku Sûriyeyî li hemberî vê yekê nîşan didin heye. Ez wekî Tirkiye careke din dubare dikim, ne tenê bi Îsraîlê, li herêmê bi ti welatî re niyeta me ya şer a li Sûriyeyê nîne.

Lê em nikarin li ser vê jî bê deng bin ku Sûriye careke din rastî alozî, operasyon an provokasyonekê were ku dê ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê xistiba bin gef. Em dê tenê bi temaşekirinê jî qîm nekin."

Li aliyê din, Fîdan got: "Em êrişî ti welatê ku êrişî me neke, nakin."

"Divê em vê pirsgirêkê berî ku dest pê bike vemirînin"

Li ser operasyonên Îsraîlê yên li Sûriyeyê Fîdan wiha got:

"Wekî ku me her dem gotiye, operasyonên ku Îsraîl niha dimeşîne ne di xizmeta ewlehiya Sûriyeyê û ne jî di xizmeta ewlehiya Îsraîlê de ne.

Ev di dirêjheyamê de dibe sedema zêdetir bêistiqrarî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn.

Ji ber vê, divê em wekî Tirkiye bi tedbîrên pêşwext, dîplomatîk û yên din, vê pirsgirêkê hê berî ku dest pê bike, di xaleke diyarkirî de vemirînin."

Fîdan her wiha got: "Pêwîst e ku Amerîka gotinekê ji Netanyahu re bibêje û sînoran diyar bike."

Peyama Sûriyeyê

Fîdan li ser Sûriyeyê û hikûmeta nû jî wiha anî ziman:

"Di gelek waran de hevkariya me bi Sûriyeyê re heye û hikûmeta nû ya Sûriyeyê jî nû hatiye avakirin.

Ew hê nû bûrokrasiyê diorganîzin, ew hê nû artêşa xwe bi hev re tînin. Her tişt hê nû dest pê dike.

Gavên ku divê ev hikûmeta nû di gelek waran de bavêje hene, xizmetên ku divê ji gelê xwe re bidin hene, di warên wekî bazirganî, bankî, aborî, binesazî, sersazî de."

Netanyahu: Em naxwazin bi Tirkiyeyê re şer bikin

Demekê berê Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ku çûbû Amerîkayê, piştî hevdîtina xwe ya bi Donald Trump re daxuyaniyek dabû û gotibû:

"Em naxwazin ku Sûriye ji aliyê ti welatî ve wekî baregeheke êrişê li dijî Îsraîlê were bikaranîn.

Em dixwazin ji her şerekî bi Tirkiyeyê re dûr bisekinin. Têkiliyên Trump ên bi Erdogan re baş in, em dixwazin ew alîkariya me bike.

Em li ser vê yekê axivîn ka em çawa dikarin pêşiya vî şerî bi Tirkiyeyê re bigirin. Ez difikirim ku ti kesekî çêtir ji Serokê Amerîkayê nabe ku rêya navîn bibîne."

 

Vî nûçeyê tevayî: 116 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:53:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x