Firokeyên Rûsyayê êrişî leşkerên Tirkiyê kirin: 14 kuştî û birîndar

Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku firokeyên şer ên Artêşa Rûsyayê hêzên wan ên li herêma El Babê ya Sûriyê bombebaran kirine, ku di encamê de 3 leşker hatine kuştin.

09.02.2017, Per - 16:52

 Firokeyên Rûsyayê êrişî leşkerên Tirkiyê kirin: 14 kuştî û birîndar
Nuçe Belav bike

Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku firokeyên şer ên Artêşa Rûsyayê hêzên wan ên li herêma El Babê ya Sûriyê bombebaran kirine, ku di encamê de 3 leşker hatine kuştin.

Serfermandariya Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku firokeyên şer ên Artêşa Rûsyayê êrişî hêzên Operasyona Mertala Firatê li herêma El Bab a li bakurê Sûriyê kirine.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku di bombebarana firokeyên cengî yên Rûsyayê de, 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 11 leşker jî birîndar bûne, ku birîna yek ji wan giran e.

Artêşa Tirkiyê di daxuyaniya xwe de dibêje:

“Li devera Mertala Firatê, di 9ê Sibata 2017an de, derdora saet 08:40î, firokeyeke şer a Federasyona Rûsyayê, di dema êrîşên xwe yên li dijî baregehên DAIŞê de, bi xeletî li avahiya ku leşkerên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) lê bûn, bombe ketiye û 3 hevalên me yên qehreman şehîd ketine û 11 hevalên me yên qehreman jî birîndar bûne. Peywirdarên me yên birîndar bi awayekî lezgîn bo nexweşxaneyê hatine rakirin.”

Rayedarên Rûsyayê derbarê êrişê de ragihandine, ku ev bûyer bi şaşî qewimiye û xemgîniya xwe anîne ziman. Herwiha hatiye ragihandin, ku rayedarên rûsî diyar kirine, ku dê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînan bikin.

Leşkerên artêşa Tirkiyê ên ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de li herêma El Bab a Sûriyê operasyonê pêk tînin, îro rastî êrişa çekdarên DAIŞê hatin.

Artêşa Tirkiyê pêştir di daxuyaniyeke cuda de ragihandibû, ku çekdarên DAIŞê jî li herêma El Babê êrişî hêzên operasyona Mertala Firatê kirine. Li gorî daxuyaniya Artêşa Tirkiyê, di wê êrişê de jî 5 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûne.

Herwiha duh çarşemiyê jî di encama êrişekê de, 5 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatibûn kuştin.

Ji destpêka Operasyona Mertala Firatê ve ku di 24ê Tebaxa 2016an de dest pê kiriye, heta niha 69 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1522 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:19:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x