Hakan Fîdan li ser parêzgarî û hilbijartinên Kerkûkê daxuyanî da

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser hilbijartinên Kerkûkê got, “Silêmanî û PKK li dijî rêveberiya Hewlêrê ne.”

04.01.2024, Per - 07:01

Hakan Fîdan li ser parêzgarî û hilbijartinên Kerkûkê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, li Wezareta Karên Derve bi rojnamegeran re civiya.

Hakan Fîdan têkildarî rojevê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Operasyonên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê

Ji Fîdan operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê û li hemberî vê helwesta Bexda û Hewlêrê hat pirsîn.

Fîdan diyar kir ku her du alî jî derbarê PKKyê de “hestiyariya Enqereyê” berçavan digirin.

Fîdan wiha berdewam kir:

“Em bi wan re di nava hevkariyê de ne. Ev hevkariya me, her roj baştir dibe. Ez ji bo vê gotinê ti astengiyê nabînim. Hûn dizanin PKK di heman demê de di rewşeke rêveberiya Hewlêrê jî armanc digire de ye.

Niha PKK bi Silêmaniyê re di nava hevkariyê de ye. Tifaqa PKK û YNKyê heye û hemberî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ne.

Silêmanî û PKK li dijî rêveberiya Hewlêrê ne. Di vir de pirsgirêkeke mezin heye.”

Hilbijartinên Kerkûkê

Wezîr Hakan Fîdan diyar kir ku bi hilbijartinên Îraqê û Kerkûkê de gelek encam derketine holê.

Fîdan da zanîn ku wan geşedan ji nêzîk ve şopandiye û bi aliyan re civiyan e.

Fîdan bi bîr xist ku ew bi Serokê Eniya Tirkmen a Îraqê (ITC) Hasan Turan re civiyaye û got:

“Dema em li encamên hilbijartinan dinêrin, em dibînin ku têkildarî pend û planên ku hatine kirin gelek nîqaş derketin holê.

Em dibînin ku ji nişka ve dengên YNKyê zêde bûne. Em dixwazin qaîdeya berê bidomînin. Bi gotineke din, girîng e ku di navbera partiyan de pergala parêzgariya alternatîf berdewam bike.

Ji bo PKK û YNK li bajêr bibandor nebin, em dixebitin.”

Mijara kuştina 12 leşkeran

Fîdan diyar kir ku berî kuştina 12 leşkeran, wî li ser mijara PKKyê bi rayedarên Îraqê re civîn li dar xistine û got:

“Di van mijaran de rayedarên her du welatan bi hev re axivî ne.

Em wiha dihesibînin ku tişta ji me re rast e, dê ji yên beramber re jî rast be. Di eslê xwe de wisa nabe. Cîhana herkesî û pêşîniyên wan bi xwe hene.

Me li Îraqê hişyariya PKKyê, di van 3-4 salên dawî de derxistiye holê. Ev bi pêwendî, nîqaş, hevkarî, piştgirî û hevdîtinên sîstematîk ên pir alî re pêk hat.”

Fîdan diyar kir ku “PKK, rêxistineke li hemberî Tirkiyeyê hatiye avakirin e” û got:

“Lewma li Tirkiyeyê metre çargoşeyekê jî kontrol nakin lê li Îraqê erdên mezin kontrol dikin.”

Fîdan diyar kir ku PKK li gelek cihan heye û got:

“Niha Şingal û Mexmûrê belav dikin. Li Mexmûr, Silêmanî, Zaxo, Qendîl û hinek cihên din hebûna PKKyê heye. Ango van cihan kontrol dikin, gundan kontrol dikin.

Ez dibêjim ev ji me re ne metirsiyeke. Ji we re gef e, ji serdestiya we re gef e. Hûn ji van re çi dibêjin?

Grûpeke çekdar heye, bêyî kontrol li wir in û em di nava xwe de behsa pêşketinê dikin.

Li erdnîgariyeke ku rêxistinên wisa lê ne, em dê çawa behsa fînansê bikin? Tenê ji bo van yekan û ji bo rakirina van astengiyan...Hûn dê çawa mijara serweriyê çareser bikin?

Sedema hebûna me ya li wir tenê têkoşîna li dijî PKKyê ye. Eger hûn jî xwedî li têkoşîna li dijî PKKyê derbikevin, wê demê ji aliyê me ve pêwîstî bi evqasî fikarê namîne.”

Fîdan herwiha mijarên projeya pêşketinê, mijara Sûriyeyê, şerê Hemas û Îsraîlê jî nirxandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:32:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x