HDPê ji bo êrîşa li Stenbolê daxuyanî belav kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek nivîskî derbarê êrîşa li ser hola şahîniyê ya Reinayê belav kir.

01.01.2017, Paz - 10:39

HDPê ji bo êrîşa li Stenbolê daxuyanî belav kir
Nuçe Belav bike

HDPê di daxuyaniya xwe de êrîş weke ‘êrîşeke dijminê mirovahiyê' binav kiriye û gotiye ku ew bi awayekî tund şermezar û nifrîn dikin. HDPê herwiha ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji bo kesên birîndar jî selametî xwestiye.

Daxuyaniya HDPê wiha berdewam dike: "Hebûna siyasetmedarên bêberpirsiyar ên gotinên wisa dikin ku pîrozbahiyên sersalê hedef nîşan didin ango xutbeya Serokatiya Diyaneta Tirkiyê ya ku pîrozbahiyên sersalê bi gotinên ‘Nîşandana helwesta ne li gorî nirxên me û ne rewa ên ku ti fêda wan di jiyana mirovî de nîn bin' nirxandiye, dihêle metirsiya me ya ji bo dahatuyê mezintir bibe.

Ferasetên siyasî yên naxwazin fam bikin ku di nava civaka Tirkiyê de nasname, bawerî, gel, çandên cuda di nava xwe de dihewîne û texrîbkirina vê taybetmendiyê wê civakê parçe bike, welêt gav bi gav ber bi gergerîneka tundiyê ve dikişînin.

Em êşa giran a ku derketiye holê his dikin û careke din dibêjin, ji ber ku dev ji polîtîka, ziman, uslûb û pêkhatinên pevçûn, kaos, dijminahî û cudabûnê him di polîtîkaya derve him jî di ya hundir de çêdike, neyê berdan vê gergerîneka tundiyê mezin dike. Kesên ku beyî gavên erênî bavêjin agir gûr dikin berpirsiyasiya siyasî ya tiştên derdikevin holê hildigirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1724 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:15:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x