Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol pêk tê, berê xwe da Girava Îmraliyê da ku bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.
Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parêzerê Buroya Hiqûqî ya Asrînê Faîk Ozgur Erol di nav Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê de ne.
Heyetê berê xwe dan Girava Îmraliyê ji bo bi Abdullah Ocalan re bicive. Heyetê herî dawî 27ê Sibatê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.
Endamê Heyeta DEM Partiyê û Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ji ber rewşa wî ya giran di heyetê de cih negirtiye.
DEM Partiyê li ser çûna heyetê got,"Endama Heyeta Endama Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Parêzerê Buroya Hiqûqî ya Asrînê Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re berê xwe dan Îmraliyê."