Hûrgiliyên hevdîtina Barzanî û Erdogan eşkere bûn

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî serdana Tirkiyeyê kiribû û bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek pêk anîbû. Hûrgiliyên hevdîtina herdu serokan eşkere bûn.

27.02.2017, Pts - 05:21

Hûrgiliyên hevdîtina Barzanî û Erdogan eşkere bûn
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî serdana Tirkiyeyê kiribû û bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek pêk anîbû. Hûrgiliyên hevdîtina herdu serokan eşkere bûn.

Li gorî nûçeya Sevil Erkuşa rojnameya Hurriyetê, di hevdîtina Barzanî û Erdogan de vegera Pêşmergeyên Roj, li Iraq û Sûriyeyê tekoşîna rêxistina terorîst a DAIŞê û mijara petrolê hate nirxandin. Di 19ê Sabatê de jî Barzanî û Serokwezîr Binali Yildirim li Munihê di Konferansa Ewlehî de hevdîtinek pêk anîbûn.

DERBASBÛNA PÊŞMERGEYÊN ROJ

Di rojevê de plana vegera Pêşmergeyên Roj bo herêma Rojava heye. Heta niha Amerîka bi sedema ku we di navbera wan û PYDê de pevçûn derkeve destûra çûna wan nedaye. Wekî tê zanîn rojên borî di navbera ENKS û PYDê de ji bo vegera Pêşmergeyên Roj civîn hatibûn lidaxistin. Li gorî îdîaya Hurriyetê Enqere jî li plana vegera Pêşmergeyen Roj erênî difikire. Herwiha di hevdîtinê de pêşeroja petrola Kerkûkê jî hatiye nirxandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî berî serdana xwe ya Tirkiyeyê di axaftina xwe ya çapameniya alman de ragihandibû ku ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê divê pêşî Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş û parlamenterê girtî werin berdan.

sputnık
Vî nûçeyê tevayî: 1279 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:46:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x