HUDA PARê biryara xwe ya hilbijartinên şaredariyan eşkere kir

Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ragihand, ji bilî çend herêman, dê bi navê xwe û logoya xwe beşdarî hilbijartinên şaredariyan dibin.

03.01.2024, Çar - 13:43

HUDA PARê biryara xwe ya hilbijartinên şaredariyan eşkere kir
Nuçe Belav bike

Alîkarê Serok û Berpirsê Karên Hilbijartinê yê HUDA PARê Mahmut Şahin, biryara partiyê ya hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2024an eşkere kir.

Mahmut Şahin got, “Me wek HUDA PARê biryar da li çend herêmên hilbijartinê piştgiriyê bidin berbijêrên hevpeymaniyê (Hevpeymaniya Cumhur) û li cihên din jî bi logo û berbijêrên xwe beşdar bibin.”

HUDA PARê, dema serlêdana bernamzedên şaredariyan heta 20ê Kanûna Paşînê ya 2024an dirêj kir.

HUDA PAR di hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan de ji lîsteyên AK Partiyê beşdarî hilbijartinên giştî bû.

Li gel Serokê partiyê Zekeriya Yapicioglu 4 endamên partiyê wek parlamenter hatibûn hilbijartin.

Di hilbijartina serokkomariyê de jî piştgiriya Recep Tayyip Erdogan kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 328 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:19:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x