Ji Amerîka bo Enqereyê pêşniyara YPGê

Sererkanê Giştî yê Amerîkayê Joseph Dunford hefteya borî li Baregeha Încîrlîkê bi hemkarê xwe yê tirk Hulusi Akar re hevdîtinek pêk anî bû. Li gorî îdîayan Dunford ji Akar re gotiye hûn û YPGê bi hevre operasyona Reqqayê bikin.

20.02.2017, Pts - 07:47

Ji Amerîka bo Enqereyê pêşniyara YPGê
Nuçe Belav bike

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi îro di gotara xwe de hurgiliyên hevdîtina Joseph Dunford û Hulusi Akar a li Baregeha Încîrlîkê nivîsandin. Li gorî Selvi Dunford ji Akar re gotiye hûn bi YPGê re operasyona Reqqayê bimeşînin, lê Enqere li hemberî vê pêşniyarê aciziya xwe nîşan daye.

Abdulkadir Selvi di nivîsa xwe de got: "Plana Tirkiye ya Reqqayê çi ye? Hê di asta pronivîsê de ye, heke Amerîka biryara operasyonê bi hev re bide wê demê şeklê dawî yê planê dê were dayîn. Tirkiye û Amerîka wê piştgiriya hewayî bidin operasyonê. Helbet ev nayê vê wateyê ku wê hêza bejahî ya Tirkiyeyê tunebe. Li gorî mezinbûna Reqqayê wê hêzeke bejahî wezîfe bigire."

Selvi di berdewamiya nivisa xwe de got: "Hêzên bejahî yên operasyonê wê ji Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku ji 10 hezar milîs pêk tên û ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên ereb dê were sazkirin. Hêza bejahî wê ji terefê hêzên taybet ên Tirkiye û Amerîkayê ve were îdarekirin. Di operasyona Reqqayê de xala herî girîn g rewşa YPGê ye. YPG wê li derve bimîne an na? Mijara YPG ji bo me xeta sor e, lê îsrara Amerîka ya ji bo YPGê jî neqediyaye û Încîrlîkê jî ev tişt anîn rojevê. Dibêjin bila YPG rasterast tevlî operasyonê bibe, lê Enqere vê peşniyarê red dike. Hêjî plansaziya operasyona Reqqayê berdewam e, ya herî girîng gelo Amerîka vê operasyonê wê bi me re bike an bi YPGê re bike?"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1067 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:34:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x