Ji Baydemîr bo Tirkiyê: Wê bibe weka Kuveyt!

Baydemîr got; "Êdî bêhiqûqî hatiye wê radeyê ku aqûbeta dagîrkirina Efrînê dê bi aqûbeta Sedam Husên a dagîrkirina Kuweytê re bibe destpêka dawîhatina deshilatê."

30.11.2017, Per - 07:33

Ji Baydemîr bo Tirkiyê: Wê bibe weka Kuveyt!
Nuçe Belav bike

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr ragihand, Rîska herî mezin a vê serdemê hewla dagîrkirina Efrînê ye û tekez kir, ku hikûmeta Tirkiyê ji bo guhertina rojevê dê hewl bide Efrînê dagîr bike.

Berdevkê HDPê û parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr di destpêka axavtina xwe de qala bîranînên xwe yên bi Tahîr Elçî re kir û piştre bal kişand ser rojeva niha ya Tirkiyê.

Her wiha di domandina axaftina xwe de Baydemîr diyar kir, ku ji bo guhertina rojeva îdîayên gendeliyê yên berpirsan dê dewleta Tirkiyê hewl bide Efrînê dagîr bike.

Baydemîr derbarê vê yekê de got: "Rîska herî mezin a vê serdemê hewla dagîrkirina Efrînê ye. Êdî bêhiqûqî hatiye wê radeyê ku aqûbeta dagîrkirina Efrînê dê bi aqûbeta Sedam Husên a dagîrkirina Kuweytê re bibe destpêka dawîhatina deshilatê. Dema ku rastiya gendeliyê derdikeve holê yekser raya welatiyan ber bi aliyekî din ve arasterê dikin û rojevê bi tiştek din tije dikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1133 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:04:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x