Duh civata HDP'ê civiya û dema kongirê dahatî yê partiyê û rewşa hevserokê xwe yê girtî Selahedîn Demîrtaş gotûbêj kir. Tê goti ku Demîrtaş jibo partiya xwe peyam şandiye da ku derbarê wî de biryar bê dayîn.
Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyet, civata HDP'ê biryar daye ku heya Sibata 2018'an HDP kongirê xwe lidar bixe.
Ji aliyê din ve tê gotin ku, Selaheddîn Demîrtaş nameyek ji bo civata HDP'ê şandiye û daxwaz kiriye ku jiber ne jiyandina mexdûriyetê HDP derbarê berdewamiya hevserokbûna wî biryarekê bide û dudil nebe.
Di civata HDP'ê piraniya kesan xwestine ku Demîrtaş piştî kongir jî wekî serok bimîne.
Hevserokê HDP'ê bêtirî salekê bi tometa endamtiya PKK'ê di zindanê de ye.