Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di daxuyaniya xwe ya grûpa parlamentoyê de ji bo daleqandina ala Kurdistanê li Balafirxaneya Ataturkê got: "Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê Herêma Kurdistanê rêvebiriyeke xweser e."
Binali Yildirim di berdewamiya axaftina xwe ya grûba parlamentoyê de got: "Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê Herêma Kurdistanê rêvebiriyeke xweser e. Parlamentoya wê û serokwezîrê wê heye. Li Dinyayê bi vî awayî tê naskirin. Rojevkirina vê ne mimkin e ku mirov bi niyeta baş binirxîne. Tirkiye hetanî dawî ji bo yekrêziya axa Iraqê rêzê digire."