Karsazekî Kurd bi roj li Stenbolê hat revandin

Karsazê Kurd Zekî Oguz ku li Almanyayê dijî û şirîkê xwaringeheke li Taksîm a Stenbolê ye, hefteya bihorî hatibû Stenbolê, lê rojek paşê winda bû.

01.04.2023, Cts - 08:06

Karsazekî Kurd bi roj li Stenbolê hat revandin
Nuçe Belav bike

Karsazê Kurd Zekî Oguz ku li Almanyayê dijî û şirîkê xwaringeheke li Taksîm a Stenbolê ye, hefteya bihorî hatibû Stenbolê, lê rojek paşê winda bû.

Li gor zanyariyan, karsazê Kurd Zekî Oguz rojekê piştî hatina bo Stenbolê, li Kemerburgaz Goktûrkê winda bû.

Xizm û kesên wî piştî ku ti agahî derbarê wî de nezanîn, serdana Rêveberiya Polîsan kirin û polîs agahdar kirin ku Zekî Oguz winda ye û ti agahî jê nayê wergirtin.

Ji bo zanîna çarenivîsa Oguz, dîmenên kamerayên ewlehiyê yên bazarên derdorê hatin lêkolînkirin.

Di dîmenan de tê dîtin, Zekî Oguz dema ji sûka ku lê tiştan dikire derdikeve ji aliyê 3 kesan ve bi zorê li wesayîtê tê siwarkirin.

Parêzer Abdurrahman Karabulut ku xizmê wî karsazê Kurd e, îdia dike ku Oguz ji aliyê "hêzên dewleta kûr" ve hatiye revandin.

Karabulut dîmenên kameraya ewlehiyê ya revandina Zekî Oguz li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir û wiha axivî:

“Karsazê Kurd ê Almanyayê Zekî Oguz 10 roj berê li Stenbolê hat revandin. Hîn xebera me ji Zekî Oguzê kurê xaltiya xezûrê min nehatiye. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, di destê hêzên dewleta kûr de ye.”

Li aliyê din Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu li Parlamentoya Tirkiyê têkildarî bûyerê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Gergerlîoglu got, “Ez bi bûyera revandinê dest pê dikim. Li Eyûpsultan a Stenbolê, li navenda bajêr, karsazê Kurd ê bi navê Zekî Oguz dema ji sûkê derdiket ji aliyê 9 kesan ve bi 3 wesayîtan ve hat revandin. Malbata wî ji 21ê Adarê vir ve tiştekî jê nizane.”

Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu revandin û windakirinên ku bi “Rewşa Awarte” dest pê kirin û pêkanînên salên 1990’î bi bîr xist û got, “Di 6,5 salên dawî de gelek sûcên kiryar nediyar derketin holê. Me herî kêm 35 revandinên demdirêj şopand û rapor kir.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 335 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:15:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x