Konseya Ewropayê: Divê Demîrtaş û Kavala demildest bên berdan

Konseya Ewropayê bangî Tirkiyeyê kir û xwest Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala demildest bên berdan.

12.12.2023, Sal - 08:00

Konseya Ewropayê: Divê Demîrtaş û Kavala demildest bên berdan
Nuçe Belav bike

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar dabû ku siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş û karsazê Tirk Osman Kavala bên berdan lê Tirkiyeyê ev biryar bi cih neanî.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, 5-7ê Kanûna Pêşîna 2023yan bi rojeva bicihneanîna vê biryarê civiya.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, bangî Tirkiyeyê kir ku Demirtaş û Kavala demildest bên berdan.

Komîteya Wezîran ragihand ku tevî hemû bangan Osman Kavala nehatiye berdan û cezayê heta hetayê yê girtîgehê lê hatiye birîn û ji ber vê yekê “zêde xemgîn in.”

“Mafên wî tên binpêkirin”

Komîteya Wezîran di daxuyaniya xwe de cih da van îfadeyan:

“Di pêvajoya dozê de destkarî li sîstema darazê ya ceza ya Tirk hat kirin û ji bo ku were bêdengkirin Kavala di girtîgehê de ye.

Tevî ku derbarê wî de biryar hatiye dayîn mafên wî yên di çarçoveya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de tên binpêkirin.”

Komîteyê biryar da ku heta civîna 2024an pêwendiya teknîkî ya bi Tirkiyeyê re bê zêdekirin.

Komîteyê herwiha ragihand ku sîstema Lijneya Dozger û Dadweran a Tirkiyeyê ne li gorî standardên gerdûnî ye û divê ev sîstem biguhere.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:21:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x