Kurtulmuş: Di pêvajoyê de gava yekemîn daxuyaniya ji Îmraliyê ye

Numan Kurtulmuş derbarê "pêvajoya aştiyê" de got, "Ji bo pêvajo bi awayekî tendurist bi rê ve biçe peyama ji Îmraliyê bê dayîn gava yekemîn e."

22.02.2025, Cts - 10:52

Kurtulmuş: Di pêvajoyê de gava yekemîn daxuyaniya ji Îmraliyê ye
Nuçe Belav bike

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş doh di vegera serdana xwe ya Japonyayê de bersiva pirsên rojnamegeran da.

Li ser pirsên “Em li bendê ne ku ji aliyê serokê rêxistina terorê ve peyamek were dayîn. Pêşbîniyeke we li ser dîroka wê heye? Hûn li bendî peyameke çawa ne? Piştî wê li Parlamentoyê dê çi xebat bên kirin?" Kurtulmuş anî ziman ku ew dîrokê nizane lê hêvî dike ku di demeke nêz de ji Îmraliyê bangawaziyek bê kirin.

"Hêvîdar im di demeke nêzîk de ji Îmraliyê daxuyaniyek were"

Kurtulmuş wiha pê de çû, "Hêvîdar im di demeke nêzîk de ji Îmraliyê daxuyaniyek were û bibêje teror bi dawî bûye û li Tirkiyeyê pêvajoyeke bê teror dest pê kiriye.

Piştî wê ji xwe dê bi lez kar bê kirin. Ji dîroka peyamê zêdetir, divê ev kar bi awayekî tendurist û bêyî ku demeke zêde were windakirin bi dawî bibe.

Ji ber ku herêma me di demeke gelekî hestyar re derbas dibe.

Pirsgirêka sereke ya herêma me, bi taybetî piştî dagirkirina Îraqê ji aliyê Amerîkayê ve, meseleya parçebûn û dabeşbûnê ye.

Bi taybetî jî cudahiyên etnîkî, mezhebî û olî, wekî beşek ji projeyeke neo-împeryalîst, tim têne bikaranîn û dubendî têne geşkirin.

Wekî Tirkiye, berjewendiya me ya neteweyî li vê herêmê ne tenê dawîanîna bi terorê ya li nav Tirkiyeyê ye lê belê dabînkirina aramî û îstiqrarê ya li seranserê vê herêmê ye."

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî serdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hevdîtina xwe ya yekemîn li gel Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş kiribû û tê çaverêkirin ku şande piştî hevdîtinên li Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de cara sêyemîn biçe Îmraliyê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 141 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:37:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x