Li Başûrê Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê 3 leşkerên wan hatine kuştin, leşkerekî wan jî birîndar bûye.

27.11.2023, Pts - 07:28

Li Başûrê Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser kuştina leşkerên xwe daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê da zanîn ku ev leşker, li herêma Zap-Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, leşkerê wan ê ku hatine kuştin Necdet Çaliş, Emrah Gunduz û Fevzî Kizlitaş in.

Herwiha, hat zanîn ku Necdet Çaliş ji Edeneya Tirkiyeyê, Emrah Gunduz ji Erzingana Bakurê Kurdistanê û Fevzî Kizlitaş jî ji Rihaya Bakurê Kurdistanê ne.

Li aliyê din, HPGyê ragihandibû ku wan 49 leşkerên Tirkiyeyê kuştine û 3 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:32:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x